Li Hesekê mayîneke bombebarkirî hat bêbandorkirin

Pisporên mayînan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê li kantona Hesekê mayîneke bombebarkirî, beriya ku biteqe bê bandor kir.

Li Hesekê mayîneke bombebarkirî hat bêbandorkirin
3 cotmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de got, “Hêzên me yên ewlehiyê li bajarê Heskeê rê li teqîneke terorî girt. Piştî şopandinê û li gorî agahiyên ewlehiyê, duh pisporên mayînan bi hevkariya Ewlekiya Giştî ya herêma Cizîrê mayîneke bombebarkirî ya ji bo teqandinê hatibû amadekirin, bê bandor kir.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mayîn li xaçrêya Zêbê ya li ser rêya Sefiyê ya bjaaêr Hesekê hatibû danîn û bi cîhazekê kontrolkirina ji dûr ve hatibû girêdan, da ku bê teqandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyên kir ku pê re hevkar, her wiha hişyar û baldar bin û teqez kir ku hêzên wan dê xebatê şopandina şaneyên terorîst û têkbirina wan, dewam bikin.

(cx)