Lêkolînerekî lîbyayî: Ne dûr e careke din şer li Lîbyayê dest pê bike

Çavdêran da zanîn ku kişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe dibe ku careke din rewşa Lîbyayê aloz bike. Lêkolîner û akademîsyenê lîbyayî Cibraîl El-Ubeydî jî got ne dûr e careke din şer li Lîbyayê dest pê bike, lê ne di demeke nêz de.

Lêkolînerekî lîbyayî: Ne dûr e careke din şer li Lîbyayê dest pê bike
2 cotmeh, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Li gel hebûna nakokî û 2 hikumetan bi taybet piştî kişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe û parçebûna parlamentoyê, metirsiyên vegera Lîbyayê ji rewşa destpêkê re, zêde dibin.

Piştî kişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe nexasim piştî lidarxistina xwepêşandanan li dijî parlamentoya Lîbyayê, rewşa li Lîbyayê aloztir bû. Ev xwepêşandan li ser provokasyona serokê hikumeta El-Wehde El-Weteniye Ebdulhemîd El-Debîbe li dar ketin.

Berdevkê parlamentoya Lîbyayê Ebdullah Belîheq got ji 113 parlamenteran 89 parlamenteran ji bo kişandina baweriyê ji hikumetê, dengê xwe daye. Belîheq eşkere kir ku serokê parlamentoyê Eqîle Salih diyar kiribû ku heke piranî endamên parlamentoyê biryara kişandina baweriyê da, wê demê hikumet tê taloqkirin û tenê heta avakirina hikumeteke nû kar û xebatan dimeşîne.

Belîheq da zanîn ku nakokiya di navbera parlamento û hikumeta Lîbyayê ya niha de ew e ku hikumeta Lîbyayê ji armanca xwe dûr ketiye û xwest deynên Lîbyayê zêde bike.

‛NAVENDA PROVOKASYON Û FITNEYÊ YE’

Muftiyê ji kar hatiye dûxistin El-Sadiq El-Xeryanî olê bi kar tîne da ku lîbyayiyan li dijî parlamentoyê derxe. Ji bo ku lidarxistina hilbijartinan asteng bike û tevlihevî careke din li welêt çêbe.

El-Xeryanî, lîbyayî ji bo derketina li kolanan provoke kirin û banga hilweşandina parlamentoyê kir û got: "Divê tevahî lîbyayî yên li hemû bajar û gundan roja înê dakevin kolanan û banga hilweşandina parlamentoyê bikin. Ji ber ku parlamento ne tenê zirarê dide, lê belê êdî bûye nexweşiyeke giran ku divê were qutkirin û xwe jê rizgar bikin. Li gorî şerîetê divê zirar were bidawîkirin û dûrxistina zirarê ji mirovan, erkek e ku divê pêk were. Ev yek tenê bi rêya derketina şêniyan û hilweşandina parlamentoyê pêkan e."

Li ser vê yekê El-Ubeydî wiha got: "Navenda El-Xeryanî ya bi navê navenda Îftayê, berê û niha jî cihê provokasyon û fitneyê ye û destwerdanê li kar û barên siyasî dike. Herî dawî jî banga hilweşandina parlamentoyê kir."

Beriya hilbijartinên girîng ji bo pêşeroja welêt, xwepêşandêran li paytext pankartên li dijî parlamentoyê hildan û banga hilweşandina wê kir. Ew yek jî li ser banga El-Debîbe pêk hat. Lê xwepêşandêran jihevxistina milîsên çekdar, bidawîkirina hebûna Tirkiyê li herêmê, derxistina çeteyên Sûriyê paşguh kirin.

El-Debîbe ji bo biryara parlamentoyê di hefteya borî de bang li lîbyayîyan kir ku dakevin kolanan. Di heman demê de banga piştgiriya hikumeta El-Wehde El-Weteniyê kir. Her wiha da zanîn ku divê welatî li qada şehîdan a li Terablusê kom bibin. El-Debîbe wiha gotibû: "Dê parlamento hilweşe û bi vî awayî nabe nûnertiya lîbyayîyan bike û soza me roja înê ye ku lîbyayî ji Terablus, Tebreq, Kefre û Sebhayê helwesta xwe nîşan bidin."

Li ser provokasyona El-Debîbe ku lîbyayî li dijî parlamentoyê dakevin kolanan, Dr. Cibraîl El-Ubeydî got: "Reftarên hikumeta El-Debîbe ne baş in û nayên qebûlkirin. Divê rêzê ji desthilata qanûnsaz re bigire ku berê bawerî daye wî. Ji ber ku provokekirina gel li gorî qanûnê kiryarek e û tê cezakirin. Ji bilî wê jî kombûna gel di vê dema qedexeya derketinê de cihê cezakirinê ye."

`EL-MENFÎ BANGA ARAMIYÊ DIKE`

Di demekê de ku Lîbya bi xetereya vegera nakokiya çekdarî re rû bi rû ye, serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El-Menfî da zanîn ku divê rageşiya di navbera aliyên desthilatdar ên li welat de rawestin. Her wiha ragihand ku ji bo piştevaniya serketina xebata siyasî ya tê payîn, dê li Lîbyayê di Cotmehê de konferanseke navneteweyî li dar bikeve.

El-Menfî li New Yorkê li pêş NY’yê got bi nêzbûna dema diyar a lidarxistina hilbijartinan re Lîbya li hemberî qonaxeke çarenûsî ye, yan serketin ku dê bi rêya hilbijartinên azad û zelal li welêt  demokrasiyê bîne, yan jî bikevin ku welêt vegerîne çargoşeya parçebûnê û nakokiya çekdarî.

El-Ubeydî li ser vê yekê got: "Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê banga aramiyê kir û di daxuyaniya xwe de ji El-Xeryanî anku Îftayê bi aqiltir e. "

‛HIKUMETA NAKOKIYA NETEWEYÎ’

Hikumeta El-Wehde El-Weteniye ya Lîbyayê rastî gelek rexneyan hat. Ew jî bi sedema binketina wê di pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê li welêt de, hilweşîna beşa tenduristî, kêmbûna derman û pêdiviyên tenduristî, gendeliya li gelek beşên xizmetguzariyê, jê jî saziya giştî ya kehrebeyê ku bi milyonan peyman îmze kirine û hîna jî krîza kehrebeyê heye.

Têkildarî çewtiyên hikumeta El-Debîbe de ku hiştiye parlamento baweriyê jê bikişîne û wê ji siyasetê dûr bixe El-Ubeydî wiha anî ziman: "Kolan û beşên civaka Lîbyayê dibînin ku parlamento bloka yekane ye ku li Lîbyayê hatiye hilbijartin. Ji ber wê divê parastina wê bikin. Ne ku ji ber hezkirinê lê belê ji ber ku serokê hikumetê nikarî edalet û wekhevî di parvekirina erkan de li ser herêman bi bin ket. Her wiha ji ber ku hikumet alîgirê aliyekî ye, hişt ku bibe hikumeteke bindest li şûna ku bibe hikumeta yekitiya neteweyî. Ji wê zêdetir, bi zanabûn li dijî parlamentoyê derdiket û gerînendeyê banka navendî û serokê saziya petrolê ji kar dûr nexist, ruxmî ku bi hebûna têkiliyekê di navbera wan û koma Îxwanan de hatin tawanbarkirin."

Yek ji dosyayên girîng ku hikumeta El-Wehde çareser nekiriye, dosyaya çeteyên Sûriyê û milîsên çekdar ên derveyî qanûnê ye ku li tevahî herêmên rojava û Terablusê belav bûne.

Li ser vê yekê El-Ubeydî wiha got: “Hikumetê ji Sirteyê li gorî lihevkirinê bi erka xwe ranebû. Lê belê ji Terablusê berovajî lihevkirinê dest bi karê xwe kir. Ji ber wê budçe nehat erêkirin, ji ber ku budçeya artêşê nehat erêkirin. Li aliyekî din hikumetê fonên çeteyên Sûriyê bi dolar dan.”

Çavdêr dibînin ku hikumeta El-Wehde El-Weteniyê bûye hikumeta parçebûna neteweyî, bi wê re dibe ku El-Debîbe ji vê bêtir xwedî ferasteke siyasî bûya. Lê hezkirina wî ya ji desthilatê bû dawiya wî.

`DEWLETA TIRK LI PIŞT RAGEŞIYÊ YE`

Dewleta Tirk herêmên Lîbyayê dagir dike, bi wê re bi hezaran çete şandin rojavayê welêt da ku alîkariya hikumeta Wîfaq a têkçûyî ya li Terablusê bike. Her wiha biryarên navneteweyî yên qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re binpê kirin.

Enqere niha guh nade civata navneteweyî ku banga derxistina çeteyan û hêzên biyanî ji Lîbyayê dike, ji bo hêsankirina xebatên veguhestina siyasî ku tê payîn bi lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê di dawiya vê salê de tacîdar bibe.

Li ser rola dewleta Tirk di vê nakokî û parçebûna parlamento û hikumeta El-Debîbe, El-Ubeydî ev tişt got: "Dewleta Tirk ji rewşa li welêt ne dûr e, wê jî El-Debîbe li dijî parlamentoyê provoke kir."

Li gel van pêşdeçûnên bilez ku li Lîbyayê çêbûne, çavdêr ji ber vegera welêt ji çarçogeya destpêkê, ji nû ve destpêkirina nakokiyê di navbera aliyên li ser desthilatê nakok in de, metirsîdar in.

Lêkolîner û akademîsyen Cibraîl El-Ubeydî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji nû ve pêkanîna şerekî li Lîbyayê ne dûr e, lê belê ne di demeke nêz de."

(fr)

ANHA