​​​​​​​Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê îro êriş li dijî deverên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê pêk anîn. Di encamê de 9 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
2 cotmeh, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li dijî çolistana Sûriye didomînin. Balafiran herêmên belavbûna DAIŞ'ê li sêgoşeya Heleb- Hema-Reqayê û bi taybet çolistana Aserya, Resafe, El-Sixne û Tedmir li gundewarên rojhilatê Humisê û çolistana Dêrazorê bombebaran kirin.

SOHR'ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsya zêdetirî 40 êriş pêk anîne û di encama êrişan de 9 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û 12 çete jî birîndar bûne.

(dm)