Rojnameyên erebî: Li ‘herêmên bêçek’ şer giran bû

Rojnameyên erebî yên îro der barê zêdebûna şerê li herêmên bêçek, hevkariya leşkerî ya Fransa û Yewnanistanê di mijara keştiyên şer de û rewşa li Tundisê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li ‘herêmên bêçek’ şer giran bû
2 cotmeh, 2021   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ CIVÎNA PÛTÎN Û ERDOGAN ÊRIŞÊN HEWAYÎ Û SEWQIYAT LI BAKURÊ SÛRIYÊ’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî rawestandina 5 rojan, balafirên şer ên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê careke din herêmên bêçek û deverên din, di nav de kampên koçberan ên li bakurê rojavayê welêt bombebaran û topbaran kirin.

Navendê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê duh înê, bi moşekan kampeke koçberan a li gundê Batnte yê nêzî Merat Misrîn ê bakurê Idlibê topbaran kir. Di encamê de jinek hat kuştin û 5 kesan di nav de 2 zarok û jinên koçber, birîndar bûn û gelek kon şewitîn. Ji ber wê koçber tirsîn û hinek ji kampê revîn.

Navendê daxuyand ku balafirên şer ên Rûsyayê piştî rawestandina 5 rojan û beriya civîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, çarşemê careke din derdora herêma Ziyare ya Sehil El-Xab a rojavayê Hemayê bombebaran kir. Lê tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

Çavkaniyekî leşkerî yê komên opozîsyonê got: “Bûyerên li Idlibê rû didin, berovajî gotegotên têkildarî encamên civîna di navbera Recep Tayyîp Erdoganê û Valdimîr Pûtîn de ne. Her duyan di civîna li Moskovê de diyar kir ku ew pabendî agirbesta li Idlibê ne û dê rewş wisa bimîne.”

Heman çavkaniyên leşkerî diyar kir ku di du rojên dawîn de hêzên hikumeta Şamê û milîsên alîgirên wê sewqiyatên din anîn herêmê û li baregehên xwe yên nêzî eniyên şer bi komên opozîsyonê re bi cih kirin. Li aliyekî din dema Rûsya û hikumeta Şamê careke din herêmên bêçek topbaran kir, dewleta Tirk nuqteyên xwe yên leşkerî yên li başûr û rojhilatê Idlibê asê kirin û komên opozîsyonê ketin seferberiyê.

Çavkaniyê leşkerî got “Ji destpêkirina topbaranê ve tê fêmkirin ku nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene. Her du aliyan jî li hev nekir ku ewlehî li Idlibê û herêma bêçek pêk were.”

‘TIRKIYE HEVKARIYA FRANSA Û YEWNANISTANÊ WEK TECRÎDKIRIA XWE DIBÎNE’

Rojnameya El-Ereb girêdayî metirsiya Tirkiyê ya ji hevkariya leşkerî ya di navbera Fransa û Yewnanistanê de wiha nivisî: “Enqereyê peyama lihevkirina hevkariya stratejîk a parastinê ya di navbera Parîs û Atînayê de fêm kir û dizane ku armanc jê tecrîdkirina Enqereyê ye.

Di çend salên borî de piştî biryara Enqereyê ku bê şêwir yan jî koordîneyekê xebatên lêgerînê li rojhilatê Deryayê Spî pêk bîne, nakokî di navbera wê û Atînayê de derketin. Ji ber wê Yewnanistan li hevalbendên herêmî geriya da ku rê li pêşiya hewldanên Tirkiyê di Deryayê Spî de bigire.”

‘GEL NAHÊLE PARLAMENTERÊN ÎXWANÎ BIGIHÊJIN PARLAMENTOYÊ’

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Duh dema parlamenterên Tevgera El-Nehda ya îxwanî hewl dan bikevin parlamentoyê, tunisî rê li pêşiya wan girt. Li aliyekî din hêzên ewlehiyê cih dorpêç kir. Gelek parlamenteran hewl da li hemberî tedbîrên serokatiyê yên têkildarî taloqkirina xebatên wan û rakirina parêzbendiyê, serî hildan û xwestin bi zorê bikevin avahiya parlamentoyê lê welatiyên alîgirên serok Qeys Seîd rê li pêşiya wan girt û sloganên ji bo jihevxisitna meclisê û darizandina koma îxwanan berz kirin.”

(şx)