Ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên DAIŞ`ê însiyatîfeke cîhanî hat ragihandin

NY`yê bi armanca ku alîkariyê bide bi dehan dewletên endam da ku rewşa bi hezaran zarok û malbatên biyanî yên DAIŞ`ê yên li kampên li Sûriyê û Iraqê çareser bikin, însiyatîfeke cîhanî ragihand.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka malbatên DAIŞ`ê însiyatîfeke cîhanî hat ragihandin
30 îlon, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev însiyatîf piştî civîna 76`an a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat ragihandin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, bi deh hezaran DAIŞ`î û malbatên wan hatin girtin. Piştre di kampan de hatin bicihkirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdora 12 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehan de hene di nav de zêdetirî 2 hezar çeteyên biyanî hene. Her wiha zêdetirî 60 hezar malbatên DAIŞ`ê di kampa Holê ya li gundewarê Hesekê de ne.

Sekreterê giştî yê NY`yê di civînê de hişyarî da ku heke civata navneteweyî ev pirsgirêk çareser nekir, wê bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne. Her wiha diyar kir ku wê înisyatîfa cîhanî bi lez vê aloziyê çareser dike.

Sekreterê giştî yê NY`yê got ev însiyatîf bi armanca peydakirina pêdiviyên hiqûqî û mirovî yên lezgîn ên kesên ji Iraq û Sûriyê vedigerin re, piştgiriyê pêşkêş dike.

Sektreterê giştî yê NY`yê bang li dewletên endamê kir ku sûdê ji vê însiyatîfê bigirin û bang li piştevanên vê însiyatîfê kir ku destekê bidin.

Mudîra UNICEF`ê Henrietta Fire got:" Însiyatîfa cîhanî berhema hevkariya gelek kesan bi rêya nivîsgehên NY`yê ya li ser hemû astan e. Di nav de Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya NY, Nivîsgeha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan û Desteya Jinan a NY`yê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) her tim bang dikin ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, were çareserkirin. Her wiha bang li dadgeha cezayan a navneteweyî dikin ku çeteyan ji ber sûcên ku li dijî şêniyên herêmê pêk anîne darizînin.

(şx)