Berxwedêrên Werxelê: Em ê rê nedin ku neyar bikevin xaka pîroz

Berxwedêrên qada Werxelê ya Avaşînê peyamek dan raya giştî û hevrêyên xwe û soza dewamkirin û biserxistina têkoşînê nû kirin.

Berxwedêrên Werxelê: Em ê rê nedin ku neyar bikevin xaka pîroz
30 îlon, 2021   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedêrên Werxelê peyamek ji raya giştî û hevrêyên xwe re şand.

Berxwedêran destnîşan kirin ku wê rê nedin neyaran ku bi hêsanî têkeve nava xaka pîroz û gotin, wê heta dawiyê têbikoşin û bi ser bikevin.

Peyama berxwedêrên Werxelê wiha ye:

"Di vê berxwedanê de; di serî de ji Rêber Apo re, hevalên li zindanan, hevalên dozê re û tevahiya gelê xwe yê bi hezkirin û azadiyê ve dilsoz e, bi vîn û germahiyê silav û hezkirinên xwe dişînin.

Wekî ku hûn jî zanin bi şiyara ku pêşengên me yên destpêkê Mazlum Dogan, Kemal û Xeyriyan berz kirin, ji 23'ê Nîsanê û vir ve li dijî konsepta tunekirina gerîla û tasfiyekirina doza azadiyê bi pêşengtiya fermandarên me Serhed, Diyana, Bawer û Delalan têkoşîn û berxwedaneke mezin tê meşandin.

Di vê berxwedanê de hemû heval di warê moral û kelecanê de li asta herî bilind e. Di vê berxwedanê de gelek hevalên me heya deqeya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Em jî wek şopdarên doza wan, pêwîst bike heya parçeyê dawî yê hestiyê xwe feda bikin. Û pêwîst bike em ê wek Zîlan li hember neyara bibin fedaiyên jiyanê.

Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwînê hatiye şuştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê em ê têbikoşin û bi ser bikevin!"