Çeteyan li Efrîna dagirkirî li kalmêrekî da û mala wî dizîn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Sultan Suleyman Şah ên bi navê “Emşat” tên nasîn, bi tundî li welatiyekî gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabata daye û mala wî talan kirine.

Çeteyan li Efrîna dagirkirî li kalmêrekî da û mala wî dizîn
30 îlon, 2021   09:33
ŞEHBA

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re got, komeke çeteyên Sultan Suleyman Şam ên bi navê “Emşat” tên naskirin ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, bi tundî li kalmêrê bi navê Mihemed Ebdo (75) ê ji şêniyên gundê Kaxirê yê navçeya Mabata ya Efrîna dagirkerî, da.

Şêxo daxuyand ku çeteyan 600 lîreyên Tirk ji mala Mihemed Ebdo, telefonên destan û hemû tiştên di malê de, dizîne.

(cx)

ANHA