'Êdî wextê wê ye ku xayinan biavêjin ser sergoya dîrokê'

Silêman Ereb bertek nîşanê PDK'ê da ku piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û got “Wezîfeyeke dîrokî ye ku kesên li gorî berjewendiyên dijmin tev digerin li ber çavê gel werin teşhîrkirin."

'Êdî wextê wê ye ku xayinan biavêjin ser sergoya dîrokê'
30 îlon, 2021   04:14
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK'ê di dîroka xwe de her tim siyaseteke hevkar meşand û li hember tevgerên azadiyê yên Kurd sekinî. Helwesta dewleta Tirk a êrişên dagirkeriyê yên di salên dawî de jî li hemberî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi heman rengî dewam kir.

Tevî hemû daxuyanî û bangên Tevgera Azadiyê ya Kurd, PDK hevkariya bi dewleta Tirk re didomîne û ji bo îstîxbaratê bide dewleta Tirk ketiye nava tevgerê, desteka lojîstîk didê, her wiha di demên dawî de qadên gerîla dorpêç kirine û kemînan datîne û gerîlayan qetil dike.

HPG ku di daxuyaniya xwe ya duh a li ser têkiliyên PDK'ê yên li gel dewleta Tirk de û çalakiyên wê yên li dijî Tevgera Azadiyê gotibû "Roja 26 'ê Îlonê saet di 10:00’an de li qada Sinînê ya herêma Xakûrkê tevgera bi dronan a hêzên PDK'ê rû da. Ev herêm piştre 3 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balafirên şer hate bombebarankirin."

PDK ji bo desteka êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hêzên xwe seferber kirine û bi dronan desteka îstîxbaratê pêşkêşî dewleta Tirk kir û her wiha hemû îmkanên xwe jî ji bo xizmeta dijmin seferber kirine.

Nûnerê berê yê PYD'ê yê Başûr Silêman Ereb bertek li dijî polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî Başûr û Rojava nişan da û got: "PDK bi polîtîkayên xwe nîşan dide ku ew hevalbenda domdar a dewleta Tirk e."

'JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK ÇI HEWCE BE, WÊ DIKE'

Silêman Ereb diyar kir ku PDK ji bo berjewendiyên dewleta Tirk çi pêwîst be, wê dike û wiha axivî: "PDK li ser serdestiya herêmî bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên aborî, bazirganî û siyasî ye û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li seranserê Kurdistanê, bi taybet li Başûr jî helwesta wê xuya ye. Ev hemû nîşan didin ku PDK dûrî berjewendiyên gelê Kurd e û ji bo parastina desthilatê û parastina berjewendiyên xwe yên hizbî dixebite."

ÊRIŞÊN LI SER GERÎLA

Silêman Ereb ku têkildarî êrişên li dijî gerîla helwesta PDK'ê nirxand û got: "PDK'ê di demên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê seferberiya xwe ya leşkerî zêde kir. Ji bo ku gerîla dorpêç bike û qada tevgerê teng bike, hêzên xwe li gelek deveran bi cih kirin. Di heman demê de hewl dide cihên girîng ên stratejîk bi dest bixe. Bi vê yekê PDK piştgiriyê dide êrişên demdirêj ên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî gerîla."

‘HEVALBENDIYA DOMDAR A BI DEWLETA TIRK RE’

Ereb got PDK li hemû Kurdistanê li gorî berjewendiyên dewleta Tirk dixebite û wiha domand: "Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Şengal, Rojava,   Bakurê Kurdistanê jî bi rêbazên xwe hevpara siyaseta dewleta Tirk e. Bi taybetî PDK ku di demên dawîn de bi rêya çapemeniyê bi armanca xebatên siyasî û dîplomatîk ên li Rojava xebateke reşkirinê meşand û îlan dike ku bi siyaseta xwe bi dewleta Tirk a mêtînger re hevalbendeke domdar e.”

NÛNERA HEVKARIYA PDK-DEWLETA TIRK A ROJAVA; ENKS

Silêman Ereb diyar kir ku PDK bi rêya ENKS'ê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike û got: "PDK siyaseta xwe ya li Rojava bi rêya ENKS'ê dimeşîne. Ev kom beşek ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a bi Îtîlafê ye bi awayekî vekirî piştgiriya siyaseta dewleta Tirk dike. Sedema hevalbendiya ENKS'ê ew e ku dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rewa bike. ENKS jî li Rojava li dijî Rêveberiya Xweser li ser esasê provokekirina gel şerê taybet dimeşîne. Bê guman vê yekê bi desteka PDK'ê ji bo bicihanîna polîtîkayên dewleta Tirk dike."  

Her wiha Silêman Ereb bang li hemû azadîxwazên Kurd kir û got: "Wek wezîfeyeke dîrokî û şoreşgerî, divê em rastiya PDK'ê, êrişên li dijî destkeftiyên me, nîşanî gelê xwe bidin. Dem ew dem e ku xwefiroş û xayinên ku tenê li gorî berjewendiyên hizbî û berjewendiyên dijmin tev digerin, dorpêç bikin û biavêjin ser sergoya dîrokê."

ANHA