​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku ew nahêlin tu aliyek êrişî xaka wan ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin bikin û ew ê li hember hewldanên derbekirina aramî û ewlehiya herêmê bisekinin. Derwîş got dê êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vejandina DAIŞ’ê re bibin şansek.

​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
​​​​​​​Şervan Derwîş: Êrişên li dijî herêmê ji DAIŞ’ê re hêviyên vejandinê ne
29 îlon, 2021   23:41
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên li dijî gundewarên bakur  û rojava yên Minbicê ji ajansa me re axivî.

Derwîş wiha got: "Der barê qada navneteweyî de tevgerên çareserkirina krîza Sûriyê hene, lê li beramber wê jî hin alî hene ku dixwazin berjewendiyên xwe fireh bikin û çareya siyasî li Sûriyê naxwazin, di serî de jî dewleta Tirk û ji wê zêdetir jî dewletên destwerdan li Sûriyê kirine."

Derwîş wiha domand: "Êriş û sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derfeta geşkirina DAIŞ’ê li herêmê bi desteka wan dewletan e."

Derwîş wiha di berdewama gotina xwe de anî ziman: "Di encama êrişên li dijî herêmê de zirarên mezin bi mal û milkên sivîlên li eniyên şer bûn. Êrişên dagirkeriya Tirk ne tenê li dijî nuqteyên leşkerî ne, lê belê di radeya yekemîn de li dijî sivîlan in. Her wiha dewleta Tirk şerekî giştî li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, jiyana sûriyan bi hemû rêbazan dike armanc, çi bi avê yan jî ambargo yan jî girtina dergehan heta bi êrişên leşkerî."

PARASTINA XAKA XWE DIKIN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên Îlona 2021’an ên li dijî gundewarên bakurê Minbicê, Erîma û gundên wê da, her wiha eşkere kir ku bi dehan mûşek li gundên derdora Minbicê yên tê de şênî hene ketin.

Navendê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di sûcên xwe de berdewam e, mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike û şêniyên li xeta Sacor a li eniya bakurê Minbicê û gundên Erîma topbaran dike, her wiha di Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe 723 mûşek avêtine.

Şervan Derwîş behsa operasyona leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Babê pêk aniye kir ku ew bersivdana êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê bû û wiha got: "Em naxwazin di herêmê de şer çêbibe. Lê belê mafên me yên rewa yên parastina şênî, xak û bajarê me ku bi bi saya şehîdan ji qirêjiya DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, hene. Ew jî mafeke ku tevahî mîsaqên navneteweyî rewa dikin."

Têkildarî hewldanên derbasbûna çeteyên Diri El-Firat Derwîş ev tişt got: "Di vê mehê de gelek hewldanên derbasbûna çeteyên Diri El-Firat ên dagirkeriya Tirk hebûn. Çeteyan hewl da li seranserî eniyên şer derbasî herêmê bibin, lê hêzên me bersiva wan da û gelek kuştî û birîndarên çêbûn."

Derwîş diyar kir ku aliyê ku herêmê dike nava şer ew aliyê ku herêmên Sûriyê dagir kirine û ji Minbicê heta bi Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê êriş dike. Bi wê re armanca vê aliyê herêm her tim di nava şer de be û şêniyên wê tu derfetên azadiyê wernegirin.

‛LI HEMBERÎ ÊRIŞAN PÊWÎSTÎ BI YEKITIYÊ HEYE’

Girêdayî vê yekê Şervan Derwîş wiha got: "Dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê hewl didin ewlehî û aramiya herêmê bi rêya derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên wê de derbe bikein û mûzaîka civakî têk bibin."

Derwîş ev tişt got: "Em li ser xaka xwe ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin dijîn û em nahêlin tu kes êrişî wê bike, ewlehî û aramiya wê têk bibe."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em bibin yek û li kêlek hev bisekinin û xebatên xwe bi hev re li dijî êrişan pêk bînin. Ji ber şansa me ew e em bi ser kevin. Lê berdêla serkeftinê qirkirin û sûcên li dijî şêniyên me pêk tên û ew jî ji cîhanê tevahî re eşkere ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YpzDzkTUOLQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>