​​​​​​​‛Divê civaka êzidî hewl bide dengê xwe di parlamentoya Iraqê de derkeve’

Êzidiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne bang li civaka êzidî kir ku piştgiriya PADÊ’yê di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ku dê 10 Hezîranê li dar kevin, bike û da zanîn ku tevlêbûna li parlamentoyê dê ji civaka êzidî re bibe destkeftî.

​​​​​​​‛Divê civaka êzidî hewl bide dengê xwe di parlamentoya Iraqê de derkeve’
30 îlon, 2021   01:47
ŞEHBA

Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) xwe amade dike ku bi namzetê xwe Şêx Semîr Derwîş tev li hilbijartinan bibe, ew jî li gorî rêzê 32 ê daîreya 3 ya Şengalê.

Têkildarî vê yekê, êzidiyên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne da zanîn ku divê bi tevahî şêweyan piştevaniya PADÊ’yê di parlamentoya Iraqê de were kirin û deng ji namzetê partiyê re were dayîn.

‛HÊZÊN HEGEMON HEWL DIDIN KURDÊN ÊZIDÎ QIR BIKIN Û DIVÊ PÊŞÎ LI SÛCÊN WAN WERIN GIRTIN’

Endamê rêveber ê Komîteya Têkiliyan a Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Mistefa Nebo ji ajansa me re wiha got: "Piştî çeteyên DAIŞ’ê di planên mezinên xwe yên qirkirina kurdên êzidî de li Şengalê di 2014’an de bi bin ketin, her wiha rizgarkirina wê, avakirina rêveberiyê û yekîneyên parastinê, careke din çete hewl didin wan planan berdewam bikin. Ji lew re divê pêşî li planên wan were girtin û derbasî merheleyeke nû bibin. Ew jî bi rêya nûnertiya di parlamentoya Iraqê û parastina mafên wan de pêkan e."

‛CIVAKA ÊZIDÎ DIKARE XWE BI RÊ VE BIBE Û BIPARÊZE’

Nebo wiha got: "Civaka êzidî êdî li ser erdê bûye hêz û fikireyeke îdolojî û dikare xwe bi rê ve bibe. Divê êzidiyên li Başûrê Kurdistanê hewl bidin dengê wan di parlamentoya Iraqê de derkeve da ku bersiva hewldanên hêzên hegemonîk, bi taybet a Tirkiyê, ya qirkirina êzidiyan û dagirkirina Şengalê bidin."

‛WERGIRTINA DENIŞTEKÊ DI PARLAMENTOYA IRAQÊ DE DÊ JI CIVAKA ÊZIDÎ RE BIBE DESTKEFTIYEK’

Li aliyekî din jî endama Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Arîvan Menan piştgiriya xwe ji namzetê PADÊ’yê re di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de nîşan da û got ew ji bo misogeriya parastina mafên êzidiyan gaveke erênî ye.

Arîvan Menan wiha domand: "Wergirtina daniştekê di parlamentoya Iraqê de dê ji civaka êzidî re bibe destkeftiyek û êzidiyan ji fermanên dewleta Tirk biparêze, mîna di komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê di 2014’an de pêk hatiye."

Arîvan Menan wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev merheleya ku em tê re derbas dibin ne wek a berê ye, divê civaka êzidî bi rêya hilbijartinên parlamentoya Iraqê xwe îsbat bike ku ew dikare xwe bi rê ve bibe û biparêze."

(fr)

ANHA