Artêşa Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê zarokek qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker li gundewarên navçeya Dirbêsiyê zarokekî 15 salî dema dixwest ji Dirbêêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe qetil kir.

Artêşa Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê zarokek qetil kir
29 îlon, 2021   20:02
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên ji navçeyê, zarokê bi navê Ehmed Hisên El-Nasir (15) ku ji şêniyên gundê Ereb Xanê yê girêdayî navçeya Zirgan a gundewarên Hesekê ye dema dixwest ji Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, artêşa Tirk bi guleyan lê reşandin.

Çavkanî destnîşan kir ku Ehmed Hisên rakirin nexweşxanaya Şehîd Xebat a navçeya Dirbisiyê lê jiyana xwe ji dest dabû.

(bx)

ANHA