Rojnameyên Erebî: Li Soçî danûstandinên dijwar li pêş Erdogan in

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî civîna Soçî, peymana Fransa-Yewnanistanê û metirsiyên navneteweyî ku Îxwan Muslimîn hilbijartinên Lîbyayê asteng bikin, nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Li Soçî danûstandinên dijwar li pêş Erdogan in
29 îlon, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎRO REWŞA IDLIBÊ LI SER MASEYA PÛTÎN Û ERDOGAN E

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa civîna Soçî kir ku dê îro di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de pêk were û encamê ku dê civîn bi xwe re bîne. Rojnameyê di vê derbarê de wiha nivîsî: “Îro careke din çav li Soçî ne, ku dê her du serok Pûtîn û Erdogan danûstandinan pêk bînin. Ew danûstandin bi danûstandinên zehmet û çarenûsî ji bo diyarkirina pêşeroja hevkariya dualî li Idlibê, hatin binavkirin.

Duh berdevkê serokatiya Rûsya Dmitrî Peskov gotibû ji bo serdana serokkomarê Tirk ji bo Rûsyayê, li Kremlînê amadekarî tên kirin.

Peskov diyar kiribû ku dê herdu alî dosyayên bi nakok, têkiliyên bazirganiyê û aborî, pirsgirêkên herêmî û di serî de Sûriye, Efganistan, Lîbya û dosyayên din nîqaş bikin.

Dîplomatên rûs texmîn dikin ku di vê hevdîtinê de derbarê Idlibê de bigihêjin peymaneke nû. Çavkaniyekî dîplomatîk got ku dê danûstandinên derbarê Idlibê de zehmet û pêwîst bin û dê bingehên nû ji hevkarî û karên hevbeş li Idlibê re deynin.”

PEYMANA FRANSA-YEWNANISTANÊ..PEYMANEKE DUALÎ JI WASHTINGTON Û ENQEREYÊ RE

Rojnameya El-Ereb jî behsa peymana Fransa-Yewnanistnaê kir û wiha nivîsî: “Fransayê keştiyên şer firotin Yewnanistanê. Çavdêran ev gav wekî nameyeke dualî ji DYA`yê re derbarê keştiyan de ye û ji Tirkiyê re derbarê cidiyeta Parîsê ya ku dixwaze Yewnanistanê li hemberî siyasetên Erdogan bi tenê nehêle, şirove kir.

Çavdêr dibêjin ku serokê Fransayê dixwaze vê bûyerên bi pêş bixe û bi wê yekê metisiyên Ewropayê ji hevalbendiya DYA`yê çêbike. Her wiha dixwaze siyaseteke parastinê ya nû ya Ewropayê ku li şûna hevalbendiya bi Amerîkayê re, xwe bispêre hêza xwe, biafirîne. Macron bi peymana bi Yewnanistanê re wekî yekemîn gav ber bi serxwebûna stratejiya Ewropayê ve dihesibîne.”

HEWLDANA ÎXWANAN A ASTENGKIRINA HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ, METIRSIYAN ÇÊDIKE

Rojnameya El-Beyan jî behsa metirsiyên navneteweyî ji astengkirina hilbijartinên Lîbyayê ji aliyê Îxwanan ve kir û wiha nivîsî: “Hewldanên Îxwanên Lîbya û hevalbendên wê yên herêmî yên astengkirina hilbijartinên 24`ê Kanûnê, metisiyên cidî derbarê taloqkirina hilbijartinan de derdixe holê.

Sekerterê Giştî yê NY`yî Antonio Guterres wiha got: “Em ji nakokiyên di navbera aliyên Lîbyayê de metisîdar in. Em hêvî dikin ku rewş baş bibe, da ku hilbijartin di dema xwe de (Kanûnê) werin lidarxistin. Gelê Lîbyayê hêjayî van hilbijartinan e. Şîreta ku serkerterê giştî bide fermandarên Lîbyayê ew e ku berjewendiyên gelê Lîbya destpêkê û di ser her tiştî re bigirin.”

Her wiha wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bang li aliyên Lîbya kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û hilbijartinan li dar bixin.

 (cx)