Di bombebarana li ser nuqteyên Îranê de 12 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên nenas nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li çolistana El-Meyadîn kirin hedef. Di encamê de moşekên erd bo erd hatin rûxandin û 12 kes ji komên alîgirên Îranê birîndar bûn.

Di bombebarana li ser nuqteyên Îranê de 12 kes birîndar bûn
28 îlon, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama bombebarana balafirên şer ên li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li herêma El-Mezarî ya li çolistana El-Meyadîn de qaîdeyên moşekên erd bo erd yên li Îranê hatine çêkirin, hatin rûxandin.

SOHR'ê her wiha diyar kir ku herî kêm 12 kes ji komên alîgirên Îranê yên ne ji Sûriyê birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Şîfa ya girêdayî wan li bajarê El-Meyadîn. Hate ragihandin ku wan koman herêm dorpêç kiriye û serferber bûne.

(dx)