Rojnameyên erebî: DYA’yê careke din ji Rûsyayê xwest ku xebatên siyasî li Sûriyê dest pê bikin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li Sûriyê, Lubnanê û mudaxeleyên dewleta Tirk di kar û barên Efganistanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: DYA’yê careke din ji Rûsyayê xwest ku xebatên siyasî li Sûriyê dest pê bikin
28 îlon, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DIYALOGA LEŞKERÎ Û SIYASÎ YA DI NAVBERA DYA Û RÛSYAYÊ DE YA TÊKILDARÎ SÛRIYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di vê derbarê de wiha nivisî: “Di du hefteyên borî de 2 hevdîtinên girîng li ser astên siyasî û leşkerî di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêk hatin. Di hevdîtinan de dosyaya Sûriyê hat nîqaşkirin. Hevdîtina yekemîn di navbera şandeyên serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn de li Cinêvê di 15`ê Îlonê de bû. Di wê civînê de serokê desteya erkanê ya Rûsyayê Valery Gerasimov û serokerkanê Amerîkayê Mark Milley li hev civîn.

Ji dema ku Biden gihaşt Koşka Spî û destpêkirina amadekariyan ji bo lidarxistina civînekê bi Pûtîn re li Cinêvê di Hezîranê de, DYA’yê Rûsya agahdar kir ku di her diyalogeke têkildarî Sûriyê de û ji nû ve berdewamkirina xeta Viyanayê ya veşartî ya di navbera wan de, pêk nayê ta ku dema biryara navneteweyî ya têkildarî alîkariyên mirovî yên bi rêya sînoran dirêj nebe. Ev yek dê ji bo pêşxistina têkiliyan ezmûnek be.

Di destpêka Tîrmehê de berpirsê Rojhilata Navîn ê Meclisa Ewlehiyê Brett McGurk bi cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn û nûnerê serokatiya Rûsyayê Alexander Lavrtiev li Cinêvê li hev civîn û li ser reşnivîsa biryara navneteweyî ya alîkariyan li hev kir. Li gorî wê Amerîka dê şertên Rûsyayê yên der barê fînansekirina başkirina aborî ya pêşwext, gihandina alîkariyan bi rêya xetan, sivikkirina ceza û girtekên Qanûna Qeyser de erê bike lê bi şertê ku Rûsya deng bide biryara navneteweyî ku dema wê heta 6-12 mehan were dirêjkirin. Ev jî bi rastî pêk hat.

Civîna di navbera McGurk û Verşînin, Lavrentiev de di 15`ê Îlonê de li Cinêvê yekemîn civîna ku piştî lihevkirina dîrokî li ser biryara navneteweyî ya alîkariyan, li dar dikeve.

Li gorî raporeke dîplomatîk a girêdayî civînê ku Şerq El-Ewsat kopiyek wê bi dest xist; di civînê de behsa mijara destpêkirina diyaloga di navbera Rûsya û Amerîkayê de piştî ku di serdema Donald Trump de hatibû rawestandin, civîna di navbera Verşînin, şandeyê berê yê Amerîkayê James Jeffrey û cîgirê wî Joel Roburn li Cinêv û Viyanayê di havîna borî de, hevdîtinên McGurk û Verşînin, Lavrentiev ya dawî ya têkildarî berdewamkirina diyalogê têkildarî dosyaya alîkariyên mirovî de hat kirin.

Li gorî salnameya dîplomatîk, aliyê rûs di hinek mijaran de gazin kir mîna nepeydakirina efûyan ji Qanûna Qeyser, nesivikkirina zextên li ser serok Beşar El-Esed, nelezandina erêkirina Banka Cîhanê ya ji bo fînansekirina sererastkirina xeta gazê ya erebî ku di Sûriyê re derbas dibe. Ruxmî ku Misir û Lubnanê ji Washingtonê bi nameyekê daxwaza vê yekê kir ku Qanûna Qeyser li gaza erebî ne derbasdar be.”

‘LUBNAN VEGERÎ SER NEXŞERÊYA NAVNETEWEYÎ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî pêşwazî kir, Lubnan vegerî ser nexşerêya navneteweyî.

Bi avakirina hikumetê re lubnanî li bendê ne ku Macron sozên xwe bîne cih û deriyê piştgiriyê û alîkariyên mirovî were vekirin. Lê di civîna Macron û Mîqatî de dîsa hat piştrastkirin ku bê guhertin alîkarî tune ye.”

‘ENQERE BI RÊYA KAXIZA NÎJADA TIRK MUDAXELEYÎ EFGANISTANÊ DIKE’

Girêdayî mudaxeleyên dewleta Tirk di Efganistanê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Tirk bi rêya vejandina dîroka hevbeş bi taybet rehenda nîjada Tirk hewl didin li Asyaya Navîn berfireh bibin. Tirkiyê bi vê yekê ji destekeftiyên ku li Azerbêcanê hatin bidestxistin, sûd wergirt da ku derbasî Efganistanê bibe."

(şx)