​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 396 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 396 kesên din bi Koronayê ketine, 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 6 kes baş bûne.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 396 kesên din bi Koronayê ketin
26 îlon, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku 396 kesên din bi Koronayê ketine, ji wan 212 mêr, 184 jin in û 6 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 26 hezar û 677 kes bi Koronayê ketine, 899 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 114 kes baş bûne.

(cx)