​​​​​​​Ahmet Turk: Muxatabê çareseriyê gelê Kurd û aktorên têkoşînê ne

Ahmet Turk ê di konferansa HDP’ê de axivî, diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê berî her tiştî hebûna gelê Kurd, nasnameya wê, zimanê wê û statuya wê bê qebûlkirin.

​​​​​​​Ahmet Turk: Muxatabê çareseriyê gelê Kurd û aktorên têkoşînê ne
26 îlon, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk ê ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de axivî.

Turk, diyar kir ku ew di encama têkoşînek dem dirêje de, li vê derê ne û wiha got: “Em dizanîn ku ji salên 1990’î ve, polîtîkayên jenosîd, siyaseta teslîmgirtin û zextan, heya roja îro dewam dike. Îro jî bi deh hezaran rêhevalên me di zindanan de ne. Em wan silav dikin. Ligel hemû polîtîkayên teslîmgirtinê, bedelên hatin dayîn, partiya me bûye hêviya gelê me. Em bawer dikin, karmendek me heye ku dê di siyaseta demokratîk de bibe mîmarê pêşerojê. Bêguman, bi polîtîkayên qeyûman, hewl didin me û gelê me ji hev dûr bikin.”

QEYÛM

Turk, derbarê qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin de jî, wiha axivî: “Pratika qeyûman li holê ye. Di vê mijarê de, lêkolînên cîdî yên partiya me hene. Îro hemû karmendên qeyûm, ji ber nelirêtî û bertîlan tên darizandin. Armanca wan ne rêveberiya şarêderiyê kirine, vîna gel teslîm girtine. Demokrasiya rêveberiyên herêmî lingê herî girînge. Ger em xebatê rêveberiya herêmî bi rengek hevrêztir bimeşînin, dê têkiliyên me bi gel re saxlemtir bibin.”

STATUYA GELÊ KURD

Turk, derbarê nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatabtiya wê de jî, ev nirxandin kir: “Tirkiye dikeve, demek nû. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş tên kirin. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayekê aştiyane û adîlane bê çareserkirin, me her tim piştgirî da. Em di vê têkoşînê de bedelên pir giran dan. Îro her kes dibîne ku siyaseteke bê HDP’ê qet nikane li Tirkiyê bibe desthilatdar. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, divê berî her tiştî, hebûna gelê Kurd, nasnameya wê, zimanê wê û statuya wê bê qebûlkirin. Dem bi dem nîqaşên muxatabtiyê tên kirin. Gelo muxatab kiriye? Muxatab gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me bi rêve dibin e. Em bi vî awayî xalê datînin.”