Di êrişa Rûsya ya li gundê Beradê de 17 çete hatin kuştin

Di bombebarana îro ya balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de, di nav de 17 çete, 23 kes hatin kuştin.

Di êrişa Rûsya ya li gundê Beradê de 17 çete hatin kuştin
26 îlon, 2021   11:02
ŞEHBA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe spart çavkaniyên herêmî, ragihandin ku di êrişên hewayî yên balafirên Rûsya li gundê Beradê pêk anîne de, di nav de hejmareke çete 23 kes hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, di êrişan de 4 çeteyên Feyleq El-Şam, 12 çeteyên El-Hemzat, çeteyekî Ehrar Şerqiyê û 6 kesên din hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, hin cenaze hîna jî di bin enqazan de ne.

(cx)