Li Hecînê cenazeyê welatiyekî 60 salî hate dîtin

Îro sibehê cenazeyê welatiyekî 60 salî li kolanek bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat dîtin.

Li Hecînê cenazeyê welatiyekî 60 salî hate dîtin
26 îlon, 2021   09:45
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistiye, navê welatî ku cenazeyê wî hatiye dîtin Malik Tirkî El-Meter e û ji şêniyê gundê El-Behra ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye.

Cenazeyê El-Meter ji nexweşxaneya El-Selam re hatiye veguhistin da ku sedema mirina wî were zanîn û piştre wê cenaze bidin malbata wî.

(dx)

ANHA