​​​​​​​Oldar: Em ê ne bi koçberiyê, lê bi berxwedanê bi ser bikevin

Oldarên herêma Firatê bang li şêniyan li ciwanan bi taybet kir ku guh nedin gotegotinên ku dijmin belav dike, her wiha destnîşan kir ku divê li hember dijiminên Kurdan ên bê wîjdan hevgirîtî bin û li ber xwe bidin.

​​​​​​​Oldar: Em ê ne bi koçberiyê, lê bi berxwedanê bi ser bikevin
26 îlon, 2021   00:42
KOBANÊ

Di demeke ku tevahî Kurdistanê nexasim Rojava ji aliyê dewleta Tirk û sîxurên wê ve rastî siyasetên şerê taybet tên de, oldarên musliman ji ANHA`yê re axivîn. Oldaran destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk û sîxurên wê ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin da ku guhertina demografîk ku li bajarên bakurê Sûriyê dest pê kiriye, dewam bike.

Cîgirê hevserokatiya gerînendeya Ewqafan a olan a herêma Firatê şêx Mele Elî Yildiz di vê derbarê de wiha axivî: "Erka me ku em bi kokên xwe ve girêdayî bin. Ji ber em ji her çar aliyan ve di nava dorpêçê de ne û dixwazin bi rêya dorpêçê me ji xaka me derxînin."

Mele Elî Yildiz bang li ciwanan kir ku parastina xaka xwe bikin û li hember êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin, ji ber ku yekane rêya serkeftina li hemberî dijmin berxwedan e, ne bi koçberî û xeniqîna di deriyayan de ye.

Şêx Elî Yildiz diyar kir ku piraniya ciwanan ji rêxistinên mafên mirovan bawer dikin û koçber dibin û wiha domand: Ger ciwanên me bizanîbana ku ew hêzên ku behsa parastina mafan dikin, ew bi xwe ne ên ku jiyana wan dixin xeteriyê û li pişta şerê li herêmê û windabûna pêşeroja wan in. Divê bifkirin ku heger bi rastî ew banga mafan dikin çima derbarê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê de tu helwestan nîşan nadin?."

‘DIVÊ EM BI XAKA XWE VE GIRÊDAYÎ BIN‘

Oldaran di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedanê û gotin ku ew ê li hemberî hemû cureyên êrişan li ber xwe bidin û wê welatê ji dijmin û dagirkeran re nehêlin.

Hevserokê gerînendeya Ewqafan a olî ya herêma Firatê Îbrahîm Remo jî ev tişt got: "Xwedê ziman û reng çêkirine da ku em bi rêya wan hev nas bikin, mafên wan bidin wan û her yek mafê xwe bi dest bixe. Lê kesên ku di vê herêmê de dijîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve rastî înkar û tunekirinê."

Îbrahîm Remo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Divê gelê me bêhêvî nemîne. Ji ber armanca dewleta Tirk ji şerê li dijî me ew e ku em bêhêvî bimînin. Divê em xwe bispêrin Xwedayê xwe û bi xaka xwe ve girêdayî bin. Ji ber ew baştirîn rêbaz e ku em bi aramî û ewlehî bijîn û îradeya dijmin bişkînin. Yan bi birûmet bimirin an jî şehîd bibin. Xwedayê dilovan di pirtûka xwe de behsa şehîdan dike û dibêje ku yên parastina xaka xwe dikin û şehîd dibin, li cem Xwedayê xwe pîroz in."

Îbrahîm Remo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xwediyê mafên rewa ne. Di dema ku dihat xwestin de me dev ji xaka xwe berneda û em bi xaka xwe ve girêdayî man û li hember dijminê ku hewl dida xaka me dagir bike, sekinîn. Dijmin xêr û bêrên me talan dike, temenmezinan dikuje. Tu cûdahiyê naxe navbera kevir û daran. Dema ku welat bi gefan re rû bi rû be parastina welat li ser kesên li welat in ferz e. Divê em xaka xwe tenê ji hêzên ku di eniyên şer de nehêlin. Divê em bi wan re bisekinin û hêz û îradeyê bidin wan."

(bx)

ANHA