​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li Idlibê zextê li Tirkiyê dike

Di hefteya borî de an ku beriya hevdîtina sê aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê – Îranê) rageşiya leşkerî li Idlibê gûr bû. Li Iraqê jî ji ber xetereya bikaranîna çekan di hilbijartinan de metirsî di nava gel, hêzên siyasî û namzetên serbixwe de, zêde bû. Her wiha vekişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe hişt ku rewşek nakok li welat serwer bibe.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Rûsya li Idlibê zextê li Tirkiyê dike
26 îlon, 2021   04:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rageşiya leşkerî ya li Idlibê beriya civîna Rûsya, Tirkiyê û Îranê, hilbijartinên li Iraqê û aloziya li Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

LI ROJAVAYÊ SÛRIYÊ,ÊRIŞÊN RÛSYA Û SEWQIYETÊN ARTÊŞA TIRK

Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Dewleta Tirk sewqiyetên nû şandin Îdlibê û hêzên xwe yên li nuqteyên leşkerî yên li herêmên bêçek ji nûve belav kirin. Ev yek bi armanca rêgirtina li pêş pêşketina hêzên hikumeta Şamê pêk hat, ya ku dixwaze herêmên din ên opozîsyonê ya alîgira dewleta Tirk kontrol bike.

Çavkaniyên ji Tirkiyê eşkere kirin ku dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar leşker û 500 wesayîtên leşkerî û panzer derbasî Sûriyê kirine, di nav de tank û ew li dirêjahiya xetên ku îhtimale hêzên hikumetê ji wir êriş bikin, bi cih kirin.

Çavkaniyên ji Rûsyayê jî destnîşan kiribûn ku dewleta Tirk hejmara baregehên xwe zêde kiriye, berê 11 baregeh bûn lê niha bûne 27 baregeh. Ev nuqte li başûrê sînorên “koorîdora ewle” ye ku Rûsya û Tirkiyê li ser wê di çarçoveya lihevkirina agirbestê de di Adara 2020`an de li hev kiriye.

Hemwextî van tevgerên artêşa Tirk a dagirker, Rûsya û hêzên hikumeta Şamê êrişên hawayî li dijî herêmên opozîsyonê yên li Idlibê zêde kirin. gelek rayedarên Tirk diyar dikin ku Rûsya bi van êrişan dixwaze fişarê li Enqereyê bike beriya ku serokên herdu dewletan li Soçiyê di 29`ê Îlonê de dicivin.

Piştî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya 27`ê Sibatê ya li dijî nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk li Idlibê ku di encamê de 33 leşkerî Tirk hatin kuştin û li gel zêdebûna êrişên hawayî yên Rûsyayê û kuştina 3 leşkerên Tirk di operasyoneke lêgerînê de di hefteya borî de, Enqere pê dihese ku agirbesta ji dema lihevkirina Adara 2020`an de li ser hatibû lihevkirin têk diçe. Her wiha rayedarên Tirk jî ji ber van sedeman ditirsin ku pîvanên hêzan were guhertin û pêleke din a koçberiyê ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve çêbibe.”

 ‘ÇEK GEFAN LI HILBIJARTINÊN PARLAMENTO YÊN IRAQÊ DIXWE’

Derbarê hilbijartinên Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Metirsî di nava gel, hêzên siyasî û namzetên serbixwe de ji ber xetereya bikaranîna çekan di hilbijartinan de, zêde bû.

Wan aliyan metirsiyên xwe ji ber bikaranîna çekdaran û hêzên siyasî û mezhebî ku zextê bi çekan li namzetan bikin, eşkere kir.”

LÎBYA..ÇI LI PEY KIŞANDINA BAWERIYÊ JI HIKÛMETA EL-DEBÎBE HEYE?

Derbarê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha got: "Biryara Meclisa parlementerên Lîbyayê ku baweriyê ji hikûmeta yekitiya niştîmanî bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe bikşîne, rewşek nakok li welat serwer bû."

Endamê meclisa parlementeran Hena Bûdîb got, dengdan bi awayekî qanûnî û rast hate kirin, hikumet dê veguhere hikumeteke meşandina karûbaran heta ku hilbijartin werin lidarxistin.

Li gorî çavdêran ku nakokiyên mezin girêdayî helwesta El-Debîbe ji hilbijartin, çekdarên biyanî, her wiha têkiliya bi herêma Birqa, Fizan û rêveberiya artêşa niştîmanî re, heye.

ANHA