Medlên Xemîs: Êrişên dewleta Tirk pêkanîna Sêfoyeke din e

Hevseroka Partiya Soraya Demokratîk got dewleta Tirk bi hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gundên asûrî Sêfoyeke din pêk tîne û armanc dike asûriyan û pêkhateyên herêmê qir bike.

Medlên Xemîs: Êrişên dewleta Tirk pêkanîna Sêfoyeke din e
25 îlon, 2021   23:41
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Nerazîbûnên li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêmên Şehba, Eyn Îsa û Til Temirê zêde dibin. Ji ber wan êrişan ji destpêka salê ve bi dehan sivîl bûn qurbanî.

Dewlet Tirk a dagirker lihevkirinên agirbestê binpê dike û rojane herêmê û jîngehan topbaran dike. Di vê dawiyê de gelek gundên asûriyan topbaran kir. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Soraya Demokratîk a Asûrî Madlên Xemîs piştrast kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dîroka komkujiyên ku osmaniyan pêk anîne, dubare dike.

Medlên Xemîs wiha domand: “Ji sedên salan ve gelê asûr gelek êş û azar ji ber dagirkeriya osmanî kişandiye. Êrişên îro jî yên li dijî herêmên me mîna Sêfoyeke din e. Em gelekî resen in û li ser vê axê dijîn. Em bang dikin ku rê li pêşiya êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me were girtin.”

Medlên Xemîs jinûvepêkanîna komkujiyên li dijî gelê Asûr û pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir û bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê şermezar kir û got: “Em ji hêzên garantor naxwazin tenê bertekan nîşan bidin, lê belê ji wan dixwazin ku wan êrişên li dijî gelên herêmê rawestînin. Jiyana bi rûmet mafê me yê herî besît e.”

Di berdewama axaftina xwe de Medlên Xemîs bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û got: “Mîna ku dîrok ji nû ve dubare dibe, dewleta Tirk hewl dide me û gelên herêmê tune bike.”

Hevseroka Partiya Soraya Demokratîk a Asûr Medlên Xemîs piştrast kir ku divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî êrişên li dijî herêmê ku bi pêkhateyên xwe û jiyana aştiyane bûye muzeyîk, bêdeng nemînin.

Di dawiyê de Medlên Xemîs bang şêniyên herêmê kir ku têkiliyên biratiyê û tevna nîştimanî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xurt bikin û li hemberî dagirkeran yekîtiyê pêk bînin.

(şx)

ANHA