Balafirên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran kirin

Êrişên li dijî ‘herêmên bêçek’ berdewam in. Balafirên şer ên Rûsyayê 5 êriş li dijî gundewarên Idlibê pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê gundewarên Idlibê bombebaran kirin
25 îlon, 2021   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 5 êriş li dijî deverên li derdora El-Foa ya gundewarên rojhilatê Idlibê pêk anîn.

Her wiha balafireke bêpîlot ku tê tehmînkirin ya Rûsyayê ye, derdora El-Barê ya çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê kir hedef.

(dm)