ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-09-2021
24 îlon, 2021   23:00

- Endama Komîteya Azadiya Rêbertî li Minbicê Asya El-Hisên piştrast kir ku dewleta Tirk di dewamkirina tecrîdkirina rêber Ocalan de xwe dispêre piştgiriya hêzên navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Matay Hena diyar kir ku dagirker bi êrişên xwe hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bike, rêxistinên terorîst ji nû ve zindî bike û xebatên QSD'ê yên li hemberî terorê asteng bike. Hena got, ew ê amade ne bersiva her êrişan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikumeta AKP'ê, bi rêya biryarên kêfî, bi taybet biryara hilweşandina malên penaberan bi çarenûsa xelkê Sûriyê yên li Tirkiyê dilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sema Begdaş di mijara êrişên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî  li dijî kurdan dualiya civata navneteweyî rexne kir û got, li hemberî xeteriya dagirkeriyê divê yekitiya neteweyî were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên Helebê bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde û got xiyanet di çanda kurdan de tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevan Ozgur Serhat xuya kir ku mîsyona PDK'ê ji dema damezirandinê ve pêşîgirtina li destkeftiyên gelê Kurd e û destnîşan kir ku şaşiyeke mezin a siyasî ye ku PDK ji bo domandina desthilata xwe AKP-MHP'ê bixe Başûrê Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Biryara parlamantoya Lîbyayê ya vekişandina baweriya ji hikumeta Yekitiya Niştimanî ya demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe, têkildarî senaryoyên pêşbînkirî yê li welêt; gelek pirsnîşan derxistin holê. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Rojhilata Navîn ji projeyên jeosiyasî yên mezin ên cîhanê di nava nakokiyan de ye. Ev nakokî li ser hewldanên sepandina hegemonî û belavkirina fikirê desthildarî yê dewletê ava dibe û hinek din jî li ser hevjiyana azad, biyekbûn û bejewendiyên hevbeş ava dibe. 

ANHA