YPG’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin

YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her roj bi nûçeyên derew dixwaze rastiyan berovajî bike û daxuyand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên têkildarî windahiyên wan derew in.

YPG’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin
25 îlon, 2021   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser hesabê xwe yê Twitterê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewandin.

YPG’ê ev agahî parve kirin:

“Artêşa Tirk a dagirker her roj li herêmê welatiyên sivîl hedef digire û bi nûçeyên derew dixwaze vê rastiyê berovajî bike. Angaştên ku rojên 23-24’ê Îlonê li ser hesabên Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk hatine kirin, ne rast in. Li herêmên navborî tu windahiyên me çênebûye.”