Bekir Hac Îsa: Divê kesên piştgiriya dewleta Tirk dikin, li xwe vegerin

Hikumeta AKP'ê ya dewleta Tirk bi biryarên derqanûnî bi çarenûsa sûriyên li Tirkiyê dilîze, bi taybet biryara hilweşandina malên penaberan.‎

Bekir Hac Îsa: Divê kesên piştgiriya dewleta Tirk dikin, li xwe vegerin
25 îlon, 2021   07:15
KOBANÊ- NÎHAD KERO

Çend rojên berê, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê biryara hilweşandina xaniyên penaberên ‎Sûriyê yên ku li taxa Altindag a paytexta Tirkiyê Enqere dabû. ‎

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD), Bekir Hac Îsa ‎diyar kir ku rayedarên Tirk ji bo berjewendiya xwe amade ne her tiştî bikin heta ku li dijî qanûnên ‎mirovî bin.

Hac Îsa got: "Me berê kesên ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin, ‎hişyar kiribûn. Me ji wan re got hikumeta Tirk hikumeteke şerker û xwînxwar e û ‎tu carî bi berjewendiyên gelê xwe nafikire. Lê ew ji prensîp û exlaqê dûr dikeve da ku ‎ armancên xwe pêk bîne û dijmin ji dost nas nake. Tiştê ku dewleta Tirk bi Îxwan ‎Muslimîn li Misirê dike û dev ji wan ber dide piştî ku têkiliya wê bi hikumeta heyî ya Misirê re ‎baş bû, siyaseta wê eşkere dike û dê bi serê koçberan de bîne. Îro rûyê xwe yê rastîn eşkere dike û bi awayekî hovane xaniyan li ser serê penaberan de xera ‎dike.‎"

Hac Îsa wiha dom kir: "Bûyerên li bajarên Tirkiyê di çend rojên derbasbûyî de pêk hatin, mîna ‎helwestên Tirkan ên li hemberî penaberên sûrî û êrişên li dijî wan pêk hatin. Ev hemû di nav bêdengiya Neteweyên ‎Yekbûyî (NY) de pêk tê û wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê binavkirin."

Bekir Hac Îsa peyamek ji sûriyên alîgirên hikumeta Tirk re şand û got: ‎‎"Li xwe vegerin, kesên girêdayî dewleta dagirker bin keştiya wan binav dibe. Rewşa kesên ‎ku girêdayî rejîma Sûriyê ne heman tişt e. Yekane çareseriya aloziya ‎Sûriyê projeya neteweya demokratîk e, ku hemû pêkhate di rêvebirina herêmê de hevkar ‎in û bi rihekî wê diparêzin da ku gel di nav aramî û ewlehiyê de bijîn."‎

‎'HIKUMETA TIRK GIHAŞTIYA ASTA NEXWEŞIYÊ’

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide krîzên xwe derxe derve, carinan ew gefan li ewropiyan ‎dixwe ku deriyên xwe yên ber bi Ewropayê ve ji penaberan re veke, carinan jî êrişî herêmên ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û topbarana xwe li ser herêmê zêde dike. Wekî çawa ku ‎niha li herêmên Minbic û Eyn Îsayê dike ku di encama topbarana li ser herêmê de bi ‎dehan sivîl şehîd bûn.‎

Bekir Hac Îsa ‎destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gihaştiye qonaxa xwe ya herî xirab û bûye mîna ‎qonaxa Împaratoriya Osmanî ya berî hilweşînê, ew jî qonaxa "mirovê nexweş” ku ‎temenê wê dirêj nake.‎

Hac Îsa di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê dixwaze temenê xwe dirêj bike, ji ber ku ew hikumeteke şer e û bi tiştekî din nizane. ‎Ji ber ên ku hikumetê bi rê ve dibin bazirganên şer û mafya ne û li ser aştiyê ‎tiştekî nizanin, lê di demeke nêz de ew ê hilweşe. Ji ber ku jiyana mafyayê kurt e û dîrok jî şahidê ‎vê yekê ye. "‎

‏(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/edeMokr4uFA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>