​​​​​​​Matay  Hena: Dagirker zemînekê ji vejandina terorê ava dike

Matay Hena diyar kir ku dagirker bi êrişên xwe hewl dide herêmê ji niştecihên wê vala bike, rêxistinên terorîst ji nû ve zindî bike û xebatên QSD'ê yên li hemberî terorê asteng bike. Hena got, ew ê amade ne bersiva her êrişan bidin.

​​​​​​​Matay  Hena: Dagirker zemînekê ji vejandina terorê ava dike
25 îlon, 2021   00:46
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji beriya meh û nîvekê ve navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Dagirker rasterast gundên sivîl lê hene, avahiyên xizmetguzariyê û giştî  dikin hedef, bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî û peymanên agirbestê bin pê dike.

Girêdayî armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan û bersivandina êrişan ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Sûryanî ve Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena axivî. Matay Hena diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji berê ve û niha jî hemû mîsaq û peymanên navneteweyî, nexasim peymanên agirbetê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin pê dike.

ꞌDAGIRKERIYA TIRK HEWL DIDE TERORÊ ZINDÎ BIKE Û RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE'

Hena îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe şerê taybet li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û wiha dom da axaftina xwe: "Artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe şerê taybet li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, da ku demografiya herêmê biguhere û zemînekî baş ji bo zindîkirina rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ û komên çeteyan ên din ava bike. Her wiha hewl dide projeya rêveberiya xweser ku ji bo pêşeroja Sûriyê re nimune ye, têk bibe û xebatên QSD'ê yên li dijî DAIŞ'ê asteng bike. "

SÛÇÊN ŞER

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena da zanîn ku dewleta Tirk rasterast avahiyên pewerdeyê û navendên xizmetuzariyê dike hedef û diyar kir ku ji ber êrişan kehrebe li ser sivîlan qut bû, her wiha zêdetirî milyon û nîv mirov li Hesekê û gundewarên wê ji avê bêpar dimînin.

ꞌHÊZÊN ME AMADE YE BERSIVA ÊRIŞAN BIDEꞌ

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî diyar kir ku hêzên wan û Meclisa Leşkerî ya Til Temir li eniyên şer in û sivîlan diparêzin, di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin da ku garantiya vegera welatiyan a li malên xwe pêk bînîn.

Matay Hena destnîşan kir ku hêzên leşkerî ewladên vê civatê ne û amade ne bersiva hemû binpêkirinan bidin, di heman demê de berdêl çi be jî ew ê parastina herêmê û gelên xwe bikin.

Di dawiyê de berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena soza domandina berxwedanê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera welatiyan a li warên wan da.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qzrhtvZXH1k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>