Statuya heyî ya Sûriyê bi kêrî polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk tê

Statuya heyî ya Sûriyê bi kêrî polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk tê
24 îlon, 2021   00:45

Rauf KARAKOÇAN

Kaosa ji ber destwerdanên derve yên li Rojhilata Navîn, rê li ber çêbûna statuyên nû vekir. Iraq, Efganistan, Sûriye û Yemen welatên di vê kategoriyê de ne. Di demeke nêz de rewşa kaotîk a heyî ya li van welatan, ne pêkan e ku ji holê bê rakirin. Her wiha ji bo dewamkirina bêçareseriyê her hewldanek tê kirin. Maseyên çareseriyê yên li derve hatine avakirin, bêhtir bi kêrî dirêjkirina rewşa kaotîk tên. Gerên hevdîtinan ku bi salan e didomin, zêdetir xwînê dirijînin û krîzan kûrtir dikin. Heta ku ev yek li gorî berjewendiyên sîstema kapîtalîst bidome, dê alîgirên berdewama rewşa heyî her hebin. 

Qada Sûriyê ji bo her cure karên qirêjî nivîngeheke baş e. Derfet û îmkanên Tirkiyê peyda nekiribûn, niha  li Sûriyê dibîne. Ol kirin navgîna siyasete û bi dan û standinên  xwe yên li gel komên çete re, li deverên ku dagir kirine, nijdevaniyê dike. Li deverên ku dagir kirine, guh nade tu qanûn û rêgezan û wan deveran terorîze dike. Li gorî nûçeyên ji herêmê tên; bûyerên revandin, îşkence, tecawiz, talan û xespkirinê her roj zêde dibin. Nûçeyên bi vî rengî yên rojane hema bêje bûne bûyerên jirêzê.

QIBRIS KIRIN MÊTINGEHA XWE

Dewleta Tirk qirêjiya hundirê xwe derdixe derveyî sînorên xwe jî. Berê Komara Tirk a Bakurê Qibrisê veguherandibûn herêma karen xwe yên qirêjî û niha jî ji bo vê yekê berê xwe didin Sûriyê. Baş tê zanîn ku parçeyê Qibrisê yê Tirk bûye baregeha karên qirêjî yên neqanûnî yên dewleta Tirk. Hesabên offshore lê vekirin û kirin navenda sextekariyê. Bank hatin valakirin û pere veguhastin wan hesaban. Şofandina pereyan, bazirganiya narkotîkê jî di ser vê yekê re meşandin. Navendên şahîyê veguherandin bihûşta qumar û fihûşê. Ku Qibriseke bi vî rengî ji bo karên qirêjî yên Tirkiyê hebe û bûbe cihekî wisa ku her cure dek û dolab lê dizivirin, ma çima pirsgirêka Qibrisê çareser bike? Heta ku Tirkiye bi karên bi vî rengî rabe, pirsgirêka Qibrisê tu carî çareser nabe. Yewnanistan çareser bike jî, Tirkiye dê bi şertên xwe nehêle çareser bibe.

ISRARA LI SER POLÎTÎKA DERYE YA ŞAŞ TU CARÎ BI KÊR NAYÊ

Statuya heyî ya Sûriyê bûye xizmetek ji karên qirêjî yên dewleta Tirk re. Ew ji vê rewşa kaotîk gelekî kêfxweş e. Heman tişt li gorî berjewendiya hêzên global ên kapîtalîst e jî. Yên ku qebûl dikin ku dewleta Tirk hema hema her roj Rojava bombe bike û êrişên dagirkeriyê bidomîne, ji kaosa Sûriyê têr dibin. Tu hêzekê projeyên xwe yên ji bo çareseriyê nîn e û dixwazin avadaniya Rojava ya birêxistinbûyî û biîstîqrar xira bikin. Nemaze dewleta Tirk ji bilî êrişên leşkerî, hewl dide bi hemû rêbazên şerê taybet , tevî şerê psîkolojîk aramiya Rojava xira bike. Tevî van hemûyan jî nikarin encamê bi dest bixin. Çi qasî di polîtîkaya derve ya şaş de israr bike jî dê di dema pêş de jî ew qasî bi bin bikeve.

ÊRIŞ DÊ ROJEKÊ LI XWEDIYÊN XWE VEGERIN

Ji pratîka hêzên global ên ji aloziya Sûriyê têr dibin jî xuya dibe ku tu derdekî wan ê aramiyê nîn e û bi çarenûsa gelan dilîzin. Ji bo berjewendiyên xwe yên dewletê her tiştî dikin û bi bêrêziya li hiqûqa navneteweyî jî binpê dikin û sûdeke nerewa jê digirin. Bi xebitandina gelê herêmê di van karên qirêjî de bêîstîqrariyê kûrtir dikin. Tirkiye ku aktora sereke yê krîza Sûriyê ye, bi îstîxbarata xwe ya li herêmê û çalakiyên berfireh ên sîxuriyê, li pey suîqastên siyasî ye.  Li Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Silêmaniyê û niha jî li Rojava bi SÎHA'yan (balafirên bêmirov ên biçek) êrişan pêk tîne. Ev êriş dê mîna bûmerangê li xwediyên xwe vegerin. Şerê taybet her tim dijberên xwe çêdike.

HESABÊ ŞAŞ LI KURDAN QELIBÎ

Şefê AKP'ê Erdogan ku krîza Sûriyê ji xwe re wek xêra Xwedê dibîne, gelên li herêmê mexdûr kirine. Gelê   Rojava xistine statuya penaberiyê û dest danîne ser mal û milkên wan. Ji bo ku Rojava bikin mêtingeh, hemû hêza xwe seferber kirin.  Ji bilî êrişan, bi destpêkirina rêbazên şerê psîkolojîk re hewl dide encamê bi dest bixe. Bi lîstina bi nirxên manewî, bi guhertina demografiyê, dest bi jihevxistina civakîbûna gel kiriye. Ya ku di vê qonaxê de diqewime jî têkçûneke tam e ku jê re ‘tenêtiya hêja’ dibêjin. Şer û polîtîkaya bêexlaq a bi çeteyan re meşan da ku pê bibe hêza mêtinger a herêmê, li Kurdan qelibî.

Li hemberî reftarên dewleta Tirk ên bêhed, dewletên din ên ku bi herêmê re eleqedar dibin mîna DYA, YE û Rûsyayê, bê deng man û dagirkeriya Tirk erê kirin û rê li ber hemû cureyên sûcan, sûcê şer jî, vekir. Idlib, Efrîn, Crablus, Ezaz û Bab kirine baregehên rêxistinên terorîst. Niha jî çav berdaye herêmên din ên nedagirkirî yên Rojava û ji bo dagirkirinê li derfetan digere.

DIVÊ GELÊ ROJAVA BI HEMÛ DÎNAMÎKÊN XWE RE AMADE BE

Sedema sereke ya krîza Sûriyê dewleta Tirk e ku hişê xwe xwariye. Şerê wî bi komên çete yên opozîsyonê re ji bo têkbirina rêjîma Sûriyê, bû sedema hilweşandina Sûriyê. Bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin û birîndarkirin. Bi milyonan mirov kirine penaber. Çi zû çi jî dereng dê dewleta Tirk berdêlê bide. Tirkiye dê li Sûriyê yekane hêz be ku neçar bimîne bi zirareke mezin jê derkeve. Dê qet nekare ji vê dawiya teqez bireve.

Gelê Rojava baş dizane ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, çi tînin serê gel. Her wiha divê bizane ku ji bo xenîmetên şer be jî, hewl dide êrişî Rojava bike. Divê dijmin wek dijmin bibîne. Divê bizane ku bi dijminekî nemerd re rû bi rû ye û divê her tim hişyar be û tedbîrên parastinê bigire.