Balafirên şer ên Rûsya gundewarên Idlibê bombebaran kir

Di çarçoveya bilindkirina rageşiyan berî civîna di navbera Pûtîn û Erdogan de, balafirên şer ên Rûsya gundewarên Idlibê bombebaran kir.

Balafirên şer ên Rûsya gundewarên Idlibê bombebaran kir
23 îlon, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsya deverên Hirş Biyenîn a Çiyayê Zawiyê ya gundewarên başûrê Idlibê û derdora Meirêt Misrîn a bakurê bajarê Idlibê hedef girt.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hejmara êrişên Rûsya li dijî herêmên bêçek gihaşt 181 êrişan; jê 136 êriş li dijî Idlibê, 25 li dijî Lazîqiyê, 2 li dijî gundewarên Hemayê û 18 jî li dijî baregehên Helebê pêk anîn.

Balafirên şer ên Rûsya êvarê 4 êriş li dijî nuqteyên şer navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê li hirşê gundê Biyenîn pêk anî. Her wiha duh 9 êriş li dijî aliyên bajarokê Kensefra ya çiyayê Zawiyê pêk anî. Di encamê de çeteyek ji Heyat Tehrîr El-Şam hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Balafirên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê êrişên li dijî herêmên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dagir kirine, zêde dike. Di nava serçeteyan de tê gotin ku hêzên hikumeta Şamê li dijî herêmê operasyoneke leşkerî pêk bîne.

Rageşiyên dawîn di çarçoveya nêzîkbûna civîna Vladîmîr Pûtîn û hempîşiyê wî ya Tirk Recab Tayip Erdogan li Soçhiyê de tê. Her wiha dê rewşa Sûriye û bi taybet Idlib bê nîqaşkirin.

(dm)