Balafirên Rûsyayê careke din çiyayê Zawiyê bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê careke din çiyayê Zawiyê bombebaran kir. Her wiha beriya çend saetan jî balafirên Rûsya çiyayê Zawiyê bombebaran kiribû, di encamê de çeteyên Tehrîr El-Şamê hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê careke din çiyayê Zawiyê bombebaran kir
22 îlon, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir  ku balafirên Rûsyayê bajarokê Kensefre yê çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bombebaran kir û di encamê de yek ji çeteyên Tehrîr El-Şam hate kuştin û çend kesên birîndar bûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê careke din herêm bombebaran kir û heta vê kêliyê 9 caran herêma Kensefre bombebaran kiriye.

Vê sibê jî balafirên Rûsyayê êrişî herêma çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê kir û 4 caran bajarokê Kensefre û derdora wê hedef girt.

Ji destpêkê Îlonê ve balafirên Rûsyayê 172 caran herêm bêçek bombebaran kir û ev herêm in: 127 caran Idlibê hat bombebarankirin 25 caran Laziqiyê hat bombebarankirin,  2 caran bejahiya Hemayê hat bombebarankirin, 18 caran nuqteyên li Helebê hatin bombebarankirin.

 (eh)