​​​​​​​Ardal Kobanê: Me hewldana dagirkeran têk bir û armancên wan vala derxistin

Ji fermandarên QSD`ê Ardal Kobanê piştrast kir ku şervanên wan hewldana çeteyan a dagirkirina gundê Dibis vê berbangê, têk birine û wendahiyên mezin ên canî û madî di refên dagirkeran de çêbûne.

​​​​​​​Ardal Kobanê: Me hewldana dagirkeran têk bir û armancên wan vala derxistin
22 îlon, 2021   13:13
EYN ÎSA- DICLE EHMED

Piştî ku şervanên QSD`ê hewldana çeteyan a dagirkirina gundê Dibis têk birin, ajansa me bi yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Ardal Kobanê re hevpeyvînek çêkir.

Ardal Kobanê wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên me dewam dike. Di demên dawîn de li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de herêmên gundewarê kantona Girê Spî, êriş pêk anîn. He wiha li eniyên şer topbaran pêk hat. Di nava du mehan de li gundê Sefawiyê komkujiyek û li gundê Dibis ên navçeya Eyn Îsa du komkujî pêk anîn.”

Li gorî fermdarê QSD`ê, armanca dagirkeriya Tirk ji zêdekirina êrişan, koçberkirina sivîlan û dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ye û wiha dewam kir: “Ji lew re çeteyan vê berbangê hewl da bikevin gundê Dibis, da ku gund dagir bikin û rêya M4 kontrol bikin.”

Ardal Kobanê piştrast kir ku şervanên wan hewldana çeteyan têk birin, gund û rêya M4 bi temamî li pêş tevgera sivîlan bi ewle kirin û destnîşan kir ku di refên êrişkaran de wendahiyên mezin ên canî û mezin çêbûne.

Kobanê her wiha destnîşan kir ku piştî êrişa çeteyan li ser gund hate têkbirin, wan hew da tola xwe ji sivîlan rakin û komkujiyek li dijî sivîlan pêk anîn. Ardal Kobanê wiha lê zêde kir: “Çeteyan sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) di odeyeke mala wî de girtin, yekser du gule lê reşandin û ew kuşt. Her wiha piştî ku hewl dan jinan birevînin, 5 sivîlên din û di nav de jin birîndar kirin.”

Kobanê da zanîn ku çeteyan gelek mal û milkên sivîlan talan kirin û hinek şewitandin.

Kobanê bal kişand ser girîngiya gundê Dibis û got: “Ji ber ku gund girîng e, çeteyan xwest bikevin wir. Gund li ser rêya M4 , dagirkirina gund tê wateya qutkirina rêyê û astengkirina tevgera sivîlan di navbera herêma Firatê û Cizîrê de.”

Ardal Kobanê bêdengiya hêza garantor Rûsya şermezar kir û diyar kir ku Rûsya berpirsiyariyên xwe yên peymana Soçî (22`ê Cotmeha 2019`an) pêk nayîne û wiha domand: “Di van de çavdêriya agirbestê û ewlekirina jiyana sivîlên nêzî eniyên şer. Ruxmî ku topbarana dewleta Tirk tenê çend metreyan dûrî dewriyeyên wan e, ku rojane li ser xetên rasthatinê didin meşandin.”

Fermandarê QSD`ê Ardal Kobanê soz da ku ew ê xak û şêniyên kantona Girê Spî ji êrişên dagirkeriya Tirk biparêzin û hemû planên wan ên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê têk bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QGpuMYTejxA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>