Kesên nenas li bajarokê El-Şihêl sivîlek qetil kir

Kesên nenas ku li ser motorsîkletekê siwar bûbûn, li bajarokê El-Şihêl ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, sivîlek qetil kir.

Kesên nenas li bajarokê El-Şihêl sivîlek qetil kir
22 îlon, 2021   13:01
DÊRAZOR

Kesên nenas duh gule li ser ciwanê bi navê Hesen Xelîf El-Reşo li El-Şehîl de reşandin.

Li gorî çavkaniyê ewlehiyê, El-Reşo yekser jiyana xwe ji dest da û êrişkar yekser ji herêmê reviyan.

(dm)

ANHA