Li Qamişlo 2 şehîd hatin oxirkirin

Îro şêniyên bajarê Qamişlo endamê Displîna Leşkerî û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li deverên cuda di vê mehê de şehîd bûne, oxir kirin.

Li Qamişlo 2 şehîd hatin oxirkirin
22 îlon, 2021   10:32
QAMIŞLO

Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Seroxan hate lidarxistin. Ji ber rewşa Koronayê tenê hin endamên Saziya Malbatên Şehîdan û malbata şehîd tev li merasîmê bûn û tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li vîrusa Koronayê hatibûn girtin.

Dilcan Silêman (Aram Qamişlo) di 19`ê Îlonê de di encama qezayeke trafîkê li ser rêya Elî Fero şehîd bû û Endamê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Cilfês Hisên di encama kirîza mejî de di 20`ê Îlonê de şehîd bû.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, da.

Paşê wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û cenazeyê wan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n-JmzX9n7X4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>