Di êrişeke çekdarî de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin

Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke Talîbanê li bajarê Celal Ebad ê Efganistanê kir, di encamê de 2 endamên Talîban û sivîlek hatin kuştin.

Di êrişeke çekdarî de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin
22 îlon, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya xwecihî, çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya li herêma Xewaşak kirin, di êrişê de 2 endamên Talîbanê û sivîlekî ku di wir re derbas dibû, hatin kuştin.

Beriya 3 rojan jî di 3 teqînên li rojhilatê Efganistanê de ku DAIŞ`ê girtibûn ser xwe, herî kêm 2 kes hatibûn kuştin û 19 kesên din birîndar bûbûn.

Duh sêşemê, tevgera Talîbanê piştrast kir ku DAIŞ li ser Efganistanê ne xeter e û ew dikarin bersiva wê bidin.

Celal Ebad ji baregehên sereke yên çeteyên DAIŞ`ê li Efganistanê, tê hesibandin. DAIŞ`ê êrişa 26`ê Tebaxa borî ya li balafirgeha Kabulê girt ser xwe, ku di encamê de zêdetirî 100 kes hatibû kuştin.

(cx)