Qedexeya giştî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin

Ji ber zêdebûna hejmara mirî û pêketiyên vîrusa Koronayê (Covîd-19), 10 rojan qedexeya giştî li herêma Firatê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin.

Qedexeya giştî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin
Qedexeya giştî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin
Qedexeya giştî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin
Qedexeya giştî li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê hate ragihandin
21 îlon, 2021   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarekê qedexeya giştî li herêma rojhilat a Dêrazorê ragihand.

Di biryarê de wiha tê gotin:

"Ji ber zêdebûna hejmar mirî û pêketiyên vîrusa Koronayê ku di du hefteyên borî de  zêdetirî 120 nexweş û 15 mir hatin tombarkirin û bi armanca pêkanîna berjewendiya giştî û parastina tenduristiya şênyên Komîteya Tenduristiyê ya gundewarê rojhilat qedexeya giştî li herêma Firatê a gundewarê rojhilat ê Dêrazorê ragihand. Qedexeya çûn û hatinê ya giştî 20'ê Îlona 2021'an dest pê dike û 30'yê Îlona 2021'an bi dawî dibe.

Dikanên bazirganî û sebzeyan ji saet 06:00 heya 14:00'an di biryara qedexeyê de cih nagirin. Her wiha nexweşxane, navendên tenduristiyê û firne jî di biryarê de cih nagirin.

Divê tedîbêrên xwepastinê û dûrketina ji koman werin pêkanîn.

Kesên ku li gorî biryarên tevnegerin dê li gorî girtekên qanûnî werin muhasebekirin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ljo6PhOhIIU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>