Dayikên Aştiyê: Em ê li dijî dagirkeriyê bisetkinin

Komxebata Dayikên Aştiyê ya Kurdistanê piştî nîqaş û guftûgoyên girîng bi dawî bû. Di komxebatê de rola dayikên ya di pêşîlêgirtina şer û dagirkeriya li Kurdistanê de weke xalên sereke hatin destgirtin.

Dayikên Aştiyê: Em ê li dijî dagirkeriyê bisetkinin
21 îlon, 2021   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayikên Aştiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê ku armanca nirxandina dagirkeriya li Kurdistanê, şer û aloziya heyî û rola dayikên a di çareseriyê de li salon Îbrahîm Ehmed a Silêmaniyê kombûbûn, piştî nîqaşên berfireh bi encam bû. Di komxebatê de panelên bi çend sernavên cûda hatin dayîn lidarxistin û nîqaşek berfireh hate meşandin.

Dayikên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê di Roja Aştiyê ya Cîhanê (NY) de li komxebatê semînerek dibin sernavê, “Em bi hev re aştiyê mîsoger bikin” li dar xistin.

Dayikên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî panelê bûn. Dayikan di panelê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, girîngiya hewldanên ji bo yekitî û aramiya Kurdistanê kirin.

 

Di destpêka panelê de dayê Fewziye Ebdulkerîm ku yek ji rêkberêm dayikên aşitiyê ye axaftina vekirinê kir. Dayê Fewziye ji tevahî dayikan xwest ji bo bi dawî anîna şer rol bigirin û got: “Ji bo dagirkerî bi dawî bibe û bes zarokên me şehîd bibin, divê em zêdetir bixebitin û hewldan bidin.”

Paşê mamoste û çalakvanan jin Sinûr Kerîm jî li ser rola dayikên di perwerdeyê de axaftinek kir. Sinûr Kerîm dazanîn dayîk yekemîn dibistana zaroke û dayîk jî perwerdekara yekemîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “lê niha hewl tê dayîn cewher û rola dayîk a di perwerdeyê ji holê were rakirin. Nîştîman weke dayîk tê pênasekirin, ji ber nîştîman bedel dide, dayik jî ji bo parastina welat zarokên xwe di oxira ax û welat de didin.”

Sinûr Kerîm dazanîn beşek ji dayikên beşdarê komxebatê bûne, dayikên şehîdanin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beşek ji we zarokên xwe şehîd dane û beşek jî zarokên wan di nava berxwedanê de ne. Yên li berxwe didin zarokên me tevanin. Lê bi destê dagirkeran li nava mala me de tên şehîd kirin. Êriş dikin ser ax, ziman, çand û welatê me.”

Panela duyemîn jî bi sernavê, “Dewleta Tirk dagiker derveyî yasayên navnetewiye”  ji aliyê Pakîstan Mihemed ve hate pêşkêşkirin. Pakîstan Mihemed dazanîn êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Başûr bi armanca dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê ye.

Di dewama axaftina xwede Pakîstan Mihemed balkêşa li ser dîroka dagirkeriya li Kurdistanê û got: “Ev dagirkeriyane çavkaniya xwe ji sed berê niha yanî peymana Lozanê digire ku Kurdistan têde kirine çar parçe. Wê di sal 2023’an de dawî li peymanê were. Êrişên li ser parçeyên Kurdistanê jî bi wê mebestêye ku Kurd sed salê din jî parçebin.”

 

Pakîstan Mihemed ji dayikên xwest ku li hember planên Tirkiye hişyar bin û destûr nedin, planên xwe bicih bînin.

 

Endama Kongreya Star Bêrîvan Mihemed jî panela sêyemîn bi sernava “Dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê” li dar xist. Bêrîvan diyar kir şerê li Rojava li hember hemû ew sîstem û zihniyetên ku dixwestin Kurdan tine bikin bû û got: “Tirkiye jî xwestin bi êrîşên li ser Rojava destkeftiyên me tine bikin, lê nekarîn bigihijin armancên xwe. Heta dagirkerî li ser Kurdistanê hebe, emê serê xwe netewînin, weke gelê Kurd û jin em ê bi serbilindî têbikoşin.”

Panela dawî ya bi sernavê ‘Qirkirina Kurdn ji aliyê dagirkeran ve’ ji aliyê dayê Amîna ya ji Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayîn. Dayê Amîna ji desthilata Herêma Kurdistanê xwest, li dijî êrişên Tirkiye û Îranê raweste û got: “Divê em yekitiya xwe pêkbînin, ji bo em pêşî li rijandina xwîna zarokên xwe bigirin.”

Di dawiya hemû panelan de dayikên derbarê rêyên çareseriyê û rola dayikên de axivîn û komxebat bi dawî bû.