​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd: Em ê li hemberî êrişan bisekinin

Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên kantona Hesekê gotin, ew ê nehêlin tu hêz ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û dê li hemberî her êrişan li ber xwe bidin.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd: Em ê li hemberî êrişan bisekinin
21 îlon, 2021   03:08
OLVA HEC MENSÛR -HESEKÊ

Dewleta  Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye didomînin û gund û navçeyên tijî şênî dikin hedef.

Şêniyên herêmên da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide ku şêniyên resen bi zorê koçber bike da ku siyaseta dagirkeriya xwe bidomîne.

/kr/uploads/files/2021/09/20/193029_-.webp

Rûspiyê eşîrê Şemer a navçeya Dirbêsiyê, Haşim Silêman El-Cerba da zanîn ku dagirkeriya Tirk di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye de rasterast sivîlan dike hedef û li kêleka êrişên leşkerî şerê avê li dijî herêmê dimeşîne.

Haşim Silêman El-Cerba bal kişand ser êrişên li dijî sivîlên navçeya Zirganê û komkujiya beriya çend rojan a li navçeya Eyn Îsayê ku hîna berdewam dikin û wiha domand: "Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide herêmê ji ciwanan vala bike û projeya me ya demokratîk a li herêmê têk bibe."

Têkildarî rola eşîran, El-Cerba diyar kir ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye armanca wan ya bingehîn e û got: "Ev ax a me û pîşeyên me ye, ji bo rizgarkirina herêmên me yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, em ê şer bikin û bixebitînin."

El-Cerba destnîşan kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye diparêzin, tu carî qanûnên navnetewyî bin pê nekirine û li ser dewleta Tirk ne xeter in wek ku îda dike.

El-Cerba her wiha got, QSD'ê ji zarokên gelê wan pêk tê, li dijî mezintirîn rêxistina terorîst li cîhanê şer kir, DAIŞ'ê têk birin û herêm rizgar kirin.

El-Cerba di berdewama axaftina xwe de got: "Li herêmên me ewlehî û aramî hene, berovajî herêmên din ên Sûriye ye. Me dît çi li Serêkaniyê û Girê Spî ji tevlîhevî, dizîna mal û milkên xelkê çêbû. Her wiha rewşa herêmê li hundir û bakurê Sûriye ji wê ne baştir e."

/kr/uploads/files/2021/09/20/192948_-.webp

Rûspiyê eşîra Saroxan a Kurd, Îsa Mîrzo jî îşaret pê kir ku ji destpêka ragihandina projeya Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk ve dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û rojane êrişî herêmê dike.

Têkildarî helwesta wan ji van êrişan Îsa got, ew êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye red dikin û destnîşan kir ku şêniyên herêmên dê li hember dagirkeriyê û komkujiyên wan bisekinin.

(dm)

ANHA