Hiqûqnas Tariq Êzidî li ser hewldanên PDK'ê yên ji bo hilbijartinan hişyarî da

Parêzer Tariq Êzidî li ser nêzbûna PDK’ê ya ji civaka êzidî re ku beriya hilbijartinên Iraqê pêk tê, hişyarî da û wek nêzîbûna ji bo wergirtina dengan bi nav kir û got "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir hêzên PDK`ê vekişiyan û êzidî bi komkujiyan re rû bi rû hiştin."

Hiqûqnas Tariq Êzidî li ser hewldanên PDK'ê yên ji bo hilbijartinan hişyarî da
21 îlon, 2021   06:55
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

10'ê Cotmeha bê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê dê li dar bikevin ku di 19'ê Çileya borî de ji aliyê Meclisa Wezîran a Iraqê ve hatibû taloqkirin. Diviyabû hilbijartin 6'ê Hezîrana borî li dar biketana.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêya bernamzetên xwe, xwe ji bo hilbijartinan amade dikin.

Ji ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, siyasetên wê yên paşguhkirina partiyên din ên kurd, vekişandina hêzên wê ji Şengalê di sala 2014'an de û ragihandina referanduma Kurdistanê, rêveberiya Başûrê Kurdistanê parêzgeha Kerkûkê ji dest da.

Li ser mijarê hiqûqnas Tariq Êzidî ji ANHA'yê re diyar kir ku hîna komkujiya li dijî êzidiyên Şengalê ji bîr nekirine, dema ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî Şengalê bûn, hêzên PDK'ê vekişiyan û civaka êzidî bi qirkirin û talankirinê re rû bi rû hiştin.

Ji ber vekişandina PDK'ê ji Şengalê di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê de di Tebaxa 2014'an de, hevkariya wê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina kesayetên welatparêz û têkoşeran li ser xaka xwe, baweriya êzidiyan pê nemaye.

/ar/uploads/files/2021/09/20/175920_dsc_0017-28large29.webp

Tariq Êzidî diyar kir ku siyasetên PDK'ê bandorê li rewşa Kurdan dikin û wiha pê de çû: "Careke din PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û vekirina rê li pêşiya dagirkirina herêmê de, destekê dide komkujiyên li dijî Kurdan."

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên parlamentoya Iraqê re, PDK bi awayekî eşkere xwe nêzî êzidiyan dike. Ev yek di serdanên domdar ên kesayetên nêzî partiyê de diyar dibe. Li ser vê yekê hiqûqnas Tariq Êzidî wiha got: "PDK beriya hilbijartinan xwe nêzî civaka êzidî dike da ku hejmareke mezin a dengên wan wergire. Ev yek nakokiyek e. Ka duh û ka îro?"

Tariq Êzidî civaka êzidî ji ber vê nêzîkatiyê hişyar kir û bang li wan kir ku dengê xwe nedin bernemzetên PDK'ê, lê dengê xwe bidin nûnerên xwe yên rasteqîn ên ku Şengal parast.

Hiqûqnas Tariq Êzidî destnîşan kir ku heke êzidî deng bidin PDK'ê, îhtîmal heye ku rewşa Şengalê vegere mîna sala 2014'an.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8BS7b01M1-4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>