Eyşe Hiso: Rêxistinbûna gel bingeha hêza partiya me ye

Eyşe Hiso têkildarî salvegera 18`emîn a damezirandina PYD'ê got, rêxistibûnyîna gel bingeha her tevgerekê ye û diyar kir ku Rêveberiya Xweser kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Eyşe Hiso: Rêxistinbûna gel bingeha hêza partiya me ye
20 îlon, 2021   05:26
HELEB – MIHEMED EBDO

Îro 20'ê Îlonê salvegera 18'emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD). PYD'ê projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre felsfeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kir.

Bi vê wesîleyê ajansa me hevpeyvîneke bi Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Destpêka şoreşê, partiya we ji partiyên destpêkê bû ku daketin qadan û dest bi rêxistinkirina civakê kir. Gelo tecrûbeyên ku hûn tê re derbas bûn çi bûn û we xwe spart çi mîrateyê?

Beriya her tiştî em salvegera 18'emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk pîroz dikin, partî li ser bingehê têkoşîna bi salan hatiye avakirin. Em vê boneyê li rêbertî, endamên partiyê û alîgirên wê pîroz dikin, her wiha hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.

Em hemû dizanîn ku aloziya Sûriyê ne ji valahiyekê hatiye. Partiya me sala 2003'an ji bingehê mîrateya têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û fikirên neteweya demokratîk ava bûye. Em vî fikirî wekî çareseriya rasteqîn ne tenê ji pirsgirêkên li welatê Sûriyê, di heman demê ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re dibînin.

Destpêka sala 2011'an, gelek bûyer, li çi Misrê be an jî li Lîbyayê derketin, di vir de ji me re eşkere bû û wekî partî me dît ku tişta ku li gel van pergalan tuneye rêxistbûnyîn e. Rêxistinbûyîna civakê kilîta bihêzkirina partiyê ye, projeya me anku rêveberiya xweser û neteweya demokratîk jî ne bi demeke kurt hatiye ragihandin.

Li ser vî esasî em bi pêşerojê fikirî û nêrînên me yên berê hişt ku em dakevin kolanan û ji bo rêxistinkirina gelê xwe bixebitin da ku em karibin li gorî xeta sêyemîn a ku me di pêvajoya aloziya Sûriyê de hilbijartyie serkeftin pêk bînin.

Partiye we projeya rêveberiya xweser pêşkêş kir. Çima bi taybet  we ev proje hilbijart û ji bo gelê Kurd çi pêk anî, nemaze ku hin partî dibêjin ku ev proje xizmeta kurdan nake?

Yê ku dibêje projeya rêveberiya xweser xizmeta doza Kurd nake em dikarin wî wiha wesif bikin ku rastiyê nizane. Em hemû dizanin ku projeya rêveberiya xweser dema ku wekî partî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir di xebat û dayînê de berdewam e.

Pirsgirkên li Sûriyê bêyî pêkanîna projeya rêveberiya xweser çareser nabin. Em dikarin vê projeyê wekî kilîta çareserkirina pirsgirêkan bi nav bikin, her wiha dikare pirsgrêka kurdî jî çareser bike.

Pirsa li vir, çawa tu dikarî bêyî tu projeyan mafên gelê Kurd misoger bike û mafên gelên din li gel hebûna mûzaîkeke ji hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze.

Ji bo vê yek projeya me ya herî guncaw ji bo çareserkirina vê aloziyê ye û ji bo hemû gelan rêya xilasiyê ye. Ne tenê em li Sûriyê rastî zilm û çewisandinê ji aliyê Baas'ê ve hatin, ku çerxeke di navbera gelan de çêkir û gel ji cewherê wê yê rasteqîn derxist û hin ji wan ji xaka wan bi dûr xist.

Ya rast, eger em projeya Rêveberiya Xweser pêk neynin, çawa em ê karibin civakeke exlaqî û polîtîk a rast ava bikin. Ev proje çareserkirina dozên neteweyan ji xwe re dirûşme digire, wê demê wê çawa ev proje nekeve xizmeta çareserkirina doza kurdî.

Pergelên desthilatdar, dîspotî û neteweperest li ser bingehê yek ziman û yek etnîk ava bûne, pêşkêşkirina projeya rêveberiya xweser bersiva vê yekê bû. Ev proje me hilbijartin û partî û tevgerên ji hemû pêkhatiyan jî xwedî lê derketin ku rêya xilasiyê tê de dibînin û ne dagirkerî û ne jî alozî qebûl dikin.

Ji ber çi we xeta sêyemîn di şoreşê de hilbijart?

Wekî PYD'ê dema ku em behsa xeta sêyemîn dikin, em dikarin wê bi xeta parastina niştimanbûyînê, xeta kar ji bo çareserkirina aloziya heyî bi nav bikin, ku nekeve bin bandora aliyên ku dixwazin şerê çekdarî li welat zêde bikin û ji bo windakirin û çareserkirina dixebitin.

Heger em behsa opozisyona heyî bi hemû nav û rengên wê bikin, ji xwe ew wekî kevirên domino ne bi fermana dewleta Tirk tevdigerin, destekê didin Tirkiyê ji bo ku mîsaqa millî ya vejandina împratoriya osmanî pêk bîne. Her wiha di êrişên dagirkirina xaka Sûriyê ji Cerablusê heta Efrîn, Idlib, Girê Spî û Serêkaniyê de cih girt.

Opozisyonê destek da guhertina demografiya herêmê û ferzkirina siyasetên tirkkirinê, ji wê zêdetir dagirkerî û qutkirina herêman ji xaka Sûriyê rewa kir.

Aliyên din anku hikumeta Şamê di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de serhişkiyê dike, di ferzkirina şertan de xeta çekdarî hilbijart. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ku xeta sêyemîn a xeta neteweya demokratîk û rêveberiya xweser xeta niştimanbûyînê ye ku xeta çareseriyê ji aloziya Sûriyê re hildigire.

Em dikarin civînên ku li derve hatin lidarxistin jî bi bîr bînin, ev civîn çi yên li Cinêv an jî Astana û hwd..bin bi bin ketin û aloziya Sûriyê kûrtir kirin, ne ji xeta sêyemîn bûya wê rewş xetertir û bigirêtir bûya û dê destwerdanên derve zêdetir bûya.

Li dijî projeya we êrişên domdar hene û ev proje wekî hewldaneke parçebûnê tê wesifandin, hûn çawa bersiva van gefan didin?

Bi destpêka aloziya Sûriyê, hin aliyan me û projeya me bi parçbûnê wesif dikirin, hin aliyên din gotin hûn ajanên hikumeta Şamê ne. Ji bê yekê em vê dibêjin, di rewşa heyî de piştî lihevkirinên di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsya de û eşkerkirina encamên civînên Sochi û Astanayê û tevî ku gelek nakokî di navbera wan de derketin, diyar dibe dema ku mijar dibe Kurd û rêveberiya xweser hemû li hev dikin.

Li vir divê em pirs bikin; çima ev êriş û gef li ser me hene? ji ber ku dizanin ku em gelê herî mezin ku li hemberî planên wan sekinon, ji ber vê yekê em ewqas êrişên mezin li ser rêveberiya xweser dibînin.

Her wiha em dikarin vê bipirsin; kê parçebûna Sûriyê rewa kir? Mane hevbendiya ku di bin navê Îtîlafê de xwe bi rêxistin kiriye, wisa kir. Ev îtîlaf maf dide dewleta Tirk ku herêmên me dagir bike û ala Tirkiyê hilde. Her wiha di guhertina demografîk de destekê dide Tirkiyê û dema ku xwestin vê yekê pêş bixin bi hikumeta Şamê re peyman danîn.

Teqez projeya me li dijî parçbûna xaka Sûriyê ye, em ji bo parastina yekitiya vê xakê dixebitin, me şerê DAIŞ û hevkarên wê kir û em bi ser ketin. Her wiha bi saya fedekariyên rêveberiya û şervanên wê YPG, YPJ û QSD'ê yên ku nûnertiya me dikin tirsa cîhanê ya ji DAIŞ'ê bi dawî bû.

Partiya we di rêxistinkirina civakê de pêşeng bû, lê ji aliyê hin kurdan ve rexne li ser hene ku rexmî mercên guncaw nikare xwe bighîne hemû beşên civakê, sedema vê yekê çi ye û hûn çawa dikarin van rexneyan derbas bikin?

Di kongreya 8'an a partiyê de em gelek biryarên girîng derbarê rewşa rêxistinî li hemû herêman de stand, em wekî partiyeke sûrî çalakiyên me di vê çarçoveyê de hene.

Aliyekî me heye bi westandin ji bo doza kurdî dixebite, her wila aliyekî me yê sûrî jî heye li gorî rêgezan dixebite. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heya niha em di nava şer de ne, di rewşeke wisa de divê em demeke mezintir bidin parastina ji van êrişan.

Em hemû dizann ku xaka di xeta êrişên Tirkiyê de ye ku bi domdarî êrişî me dike, li aliyekî din me şerê rêxistina DAIŞ'ê kir, jiyana di xana şer de zehmet e, ji ber vê yekê xebata me li gorî asta ku tê xwest têrê nakê.

Her wiha di kongreya 8'an a partiya me de me  bal kişand ser gelek biryaran ku karibe van şaştiyan derbas bike û xwe bighînin hemû beşê civakê. Niha em nûnerên hemû pêkhateyan; Ereb, Suryan, Asûr û Kurd û hwd hembêz dikin û cihê wan di çêkirina biryaran de heye, mîna van gavan bi erêkirina hemûyan pêk tên.

Hil aliyên kurdî dibêjin, derfet bi destê PYD'ê ket ku bibe partiyeke kurdistanî û rola xwe ne tenê li Rojava bilîze, lê tenê di Rojava de maye, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Em endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne û erkekî kurdistanî dikeve ser milê me, lê pirsgirêkên di navbera partiyên kurdistanî de hîna berdewam in. Wekî PYD'ê nêrînên me di vê derbarê de hene ku gavên cidî werin avêtin.

Nabe were wesifkirin ku em wekî partî tenê li Rojava sînodar mane û tiştekî wisa nine, li hemû herêmên ku tê xwestin xebat û têkoşîna me hene.

Lê em li gorî xeteriyên li hemberî me nêzîk dibin, biryara dewleta Tirk a qirkirina kurdan divê bi xebateke cidî were bersivandin. Her wiha em wekî pariyeke sûrî li Rojava mîrateyeke me heye û ji bingeha vê mîrateyê em dikarin qada têkoşîna xwe û rêxistinbûyînê fireh bikin û rêveberiya xweser pêş bixin.

Di nav PYD'ê de rêxistinbûyîna jin û ciwanan heye, lê hîna jî zehetiyên avakirina kadroyên di asta bilind dikişîne. Sedema vê yekê li gorî we çi ye û çi tê xwestin da ku ev yek were derbaskirin?

Em wekî partî di pêkanîna modela hevserokatiyê de pêşeng in, ev model li tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser hate bicihanîn û bû mînak a ku li ser asta cîhanê tê nîqaşkirin.

Nexasim piştî Kongreyê Duyemîn a Jin a PYD`ê hate lidarxistin, em şahidên gelek jinên jîr û fedakar bûn, li vir em behsa şehîd Şîlan dikin ku ji avakerên partiya me bû. Dema em li ser bingeha mîrateya wan şehîdan tevdigerin, li hemberî têkoşîna ku wan da, ev hindik e û em ji encaman nerazî ne, lê mirov dikare bibêje ku mecliseke taybet bi jinan heye, di partiyê de nûnertiya xwe dikin û nêrînên taybet bi rêxistinbûyîna xwe parve dikin.

Aliyên sereke yê berdewamkirina têkoşîna me, xwe dispêre jinan û ciwana û em ê bi wan bi ser bikevin jî, dibe ku ji vî alî ve hin kêmanî hebin, lê min li jor bi bîr xist ku em di rewşeke şer de ne, ji lew re mutleq ew ê hin asteng hebin.

Di kongreyê ciwanan yan jî jinan û kongreyê giştî de me gelek biryar standin û hêviya derbaskirina şaştiyên derketine, dikin. Têkildarî vê yekê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û piştgiriya rêxistinbûna jin û ciwanan bikin.

Hûn çalakiyên niha yên partiyê û rêxistinbûyîna wê çawa dibînin, her wiha têkildarî kar û xebata wan çi têbiniyên we hene û kadroyên tev li nava civakê bûne, divê çawa tevbigerin?

Wekî partî em lidarxistina civînan berdewam dikin û bi armanca pêşxistina partiyê perspektîfan didin, her wiha şaştiyên hene nîşqa dikin û çareseriyê jê re dibînin, lê 2021`ê wekî ku tê zanîn vîrusa Koronayê belav bû û tevgera me sînordar kir, heta liv û tevgera jiyanê rawestand.

Lê ruxmî vê yekê me xebat û plansaziyên xwe pêk anî da ku em karên xwe yê 2022`an pêşbixin. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me geşedanên heyî dişopîne, ji wan lidarxistina kongreyên ji penaberên li Ewropa re û em rojane nîqaşa kar û xebatên ji bo gelê me baş be, dikin   

ANHA