Artêşa dagirker malên sivîlan li gundê Ereb Hesen hedef digire

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê Minbicê bi dijwarî topbaran dike. Di encama topbaranê de zirarên mezin gihane malên sivîlan.

Artêşa dagirker malên sivîlan li gundê Ereb Hesen hedef digire
20 îlon, 2021   05:08
MINBIC

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Minbicê dane, ji saet 03:00`ê berbangê ve gundê Ereb Hesen ê 22 km li bakur rojavayê Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

Li gorî çavkaniyên ji gund, 20 top li maleke şêniyekî gund ketine. Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê agahiyên li ser wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

(cx)

ANHA