Malbatên Şehîdan: Em ê rêya şehîd Şukrî bişopînin

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) wekî xiyaneteke ku bi destê ajanên Kurd pêk hat, bi nav kir.

Malbatên Şehîdan: Em ê rêya şehîd Şukrî bişopînin
20 îlon, 2021   01:58
ŞEHBA- XANDÎ ELO

Li ser şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê gotin, destê PDK'ê di şehîdxistina Bulut de heye.

Gelê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi rêya ajanên xwe li  herêmên cuda yên Kurdistanê, nerazîbûna xwe nîşan da.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hisên Mûrad şehîdxistina Yasîn Bulut şermezar kir û got: "Em xiyaneta ku ji aliyê PDK'ê ve pêk hatiye şermezar dikin. Li her cihekî dema ku çirûska azadiyê ji bo gelê Kurd dest pê dike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hedefkirin û xiyanetê li hember vê yekê disekine. Armanca dijmin ji êrişan zelal e, lê ku tu Kurd be û xayîn be, ev yek nayê qabûlkirin. "

Mûrad destnîşan kir ku Kurdê rastîn kiryarên mîna yên PDK'ê  nake. Mûrad wiha pirsî: "Hûn bi kijan sîfetê navê kurdîtiyê li xwe dikin û hûn xizmet welatê xwe nakin û ji bo kuştina Kurdiyetê di dilê gel de dixebitin, hûn kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin qetil dikin?"

Mûrad got ew ê şopdarê rêya şehîdan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê li ser xeta şehîdanên xwe bimînin û em dev ji armancên wan bernadin. Divê hemû welatî hişyar bin û li hemberî êrişkaran bisekinin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Reşîd Fatko got: " Yên ku tedawiyê dibin divê werin parastin ne werin qetilkirin. Istixbarata Tirk bi hevkariya PDK'ê li pêşberî her pêngaveke Kurdan a ber bi azadiyê ve disekine. "

Fatko bang li gel kir ku li dijî xiyanetê têbikoşin: "Divê gelê Kurd bi tevahî li dijî xiyanetên dubare yên PDK'ê bisekinin, hemû destkeftiyên me bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin û divê vala neçe. Divê PDK'ê  ji bo xizmeta doza Kurd bixebite, ne li dijî wê. "

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, Hacer Miho diyar kir ku PDK'ê xwedî dîrokeke dirêj a xiyanetê ye û wiha got: "Bi destpêkirina damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê re, PDK'ê di şehadeta milîtanên PKK'ê de xwedî roleke mezin bû, her wiha di hedefgirtina doza Kurd de bû alîgirê dijmin. "

Hacer got, dayikên şehîdan ji bo kesên xiyanetê dikin gotina Kurd qebûl nakin û wiha dom kir: "Em dayikên şehîdan we wekî Kurd qebûl nakin, êdî bes e xiyanet û kuştin, bi van sûcên xwe hûn negihêjin armancên xwe."

(dx)

ANHA