ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-09-2021
19 îlon, 2021   23:00

-Meclisa PYD'ê ya navçeya Amûdê bi boneya salvegera 18'an a damezirandina partiyê daxuyaniyekê li navçeya Amûdê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fewziye Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi rêya guhartina demografiyê û siyaseta tirkkirinê, dixwaze projeya Osmanî zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, gelê herêmê dikare xwe biparêze û diyar kir ku hêzên navneteweyî yên li Sûriyê erka xwe ya pêkanîna ewlehiyê bi cih nayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Eyşe Hiso têkildarî salvegera 18'an damezirandina PYD'ê got, rêxistibûnyîna gel bingeha her tevgerekê ye û diyar kir ku Rêveberiya Xweser kilta çareserkirina aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNEÛ DÎMEN).

- Rojnamevan û şîrovakarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir Qadir got, her tevkariyeke ji aliyê partiyeke Kurdistanî bi dijmin re dikeve xana xiyanetê û diyar kir ku hin partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê berjewendiyên xwe yên malbatî esas digirin bêyî ku girîngiyê bidin encamên tevkariya bi dijmin re. (BI WÊNE).

POLÎTKA

-Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê ya Reqayê Xazî Yasîn derbarê salvegera damezirandina partiyê de got: "Partiya me ji partiyên din cûdatir e, ji ber ku xwe dispêre metoda jiyana hevbeş û neteweya demokratîk û armanca wê pêkanîna daxwazên hemû gelan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûsya êrişên xwe li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê zêde kirin û bargeha leşkerên Tirk a herî mezin li gundewarê rojavayê Helebê bomebebaran kir. Li aliyekî din axaftin hene ku amadekariyên operasyoneke leşkerî li Idlibê têne kirin. Ev hemû şaneyên pêvajoyeke nû ji şerê li Sûriyê eşkere dike. (BI WÊNE).

- Lihevkirinên dawî yên li bejahiyên rojavayê Dera di çarçoveya planên Rûsyayê de ne, da ku bendên peymana lihevanîn a 2018’an biguhere û jinûve hêzên hikumeta Şamê li başûrê welat bi giştî serwer bin. Di heman demê de şêniyên Dera diyar dikin ku serweriya hikumeta Şamê li ser Dera derbeya dawî li dergûşa şoreşê ye. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Mihemed Ebdullah da zanîn ku êrişên li Silêmaniyê bi destê MÎT`ê pêk tên encama binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê ne û got: “Ev êrişa terorîst li dijî hemû gelê Başûrê Kurdistanê bû. Bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nîşaneya hevkariyê ye.” (BI WÊNE).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) wekî xiyaneteke ku bi destê ajanên Kurd pêk hat, bi nav kir. (BI WÊNE).

- Endama Kongreya Star a Helebê Nêrgiz Bekir diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîlayên azadiyê roleke xirab dilîze, lê ev rola xerab li ser hemû destkeftiyên Kurdan xeterîyê çêdike. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Lêkolînerê siyasî yê lîbyayî Ridwan El-Feytûrî got, dagirkirina dewleta Tirk li herêma rojava ya Lîbyayê gefan li hilbijartinan dixwe û lidarxistina wan di dema wê de asteng dike. Her wiha destnîşan kir ku agahî hene behsa avakirina pireke hewayî di navbera Tirkiyê û rojavayê Lîbyayê de dikin da ku bi hezeran ji gelê Efganistanê veguhêsin wir. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Welîd Îskan ê ku di lingê xwe yê rastê de astengdar e,  li bi îradeyeke xurt li hemberî zehemtiyan disekine, di çandiyê de kar dike da ku bi malbata xwe re dibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên başûr navenda kantona Hesekê rewşa kehrebeyê baş bûye. Rêveberên saziya kehrebeyê jî got heger binesazî, toreyên enerjiya sereke neyê xirakirin û şênî baceyên pereyên li ser xwe bidin soz da ku saetên dayîna kehrebeyê ji herêmê re dê rojane bibin 10 saet. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA