Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl ji Mabata revandin

Çeteyên Cebhe El-Şamiyê û lîwa Siqûr El-Şemal ên girêdayî dewleta Tirk di çend rojên borî de 3 sivîl ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl ji Mabata revandin
19 îlon, 2021   12:47
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên Cebhe El-Şamiyê welatiyê bi navê Xerîb Ismaîl Hesen ji şêniyên gundê Xelnêrê yên girêdayî navçeya Mabata cara duyemîn e ku li ser benda kontrolê ya gundê Kefercenê dema ku vedigerîn mala xwe direvînin.

Li aliyekî din çeteyên Lîwa Siqûr El-Şemal êrişî gundê Gemrokê yê girêdayî navçeya Mabata kir û welatiyên bi navê Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

(dm)

ANHA