Jinên efganî ji bo mafên xwe daketin qadan

Li paytexta Efganistan Kabulê, jin daketin qadan û daxwaza mafên xwe yên perwerde û kar kirin.

Jinên efganî ji bo mafên xwe daketin qadan
19 îlon, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Derdora 24 çalakvanên jin ji ber avahiya Wezareta Kar û Barên Jinan a berê ya li Kabulê kom bûn. Jinan diruşmên "Mafên jinan û mafên mirovan" berz kirin.

Tevgera Talîban a ku desthilatdariya Efganistanê serwer kiriye Wezareta Kar û Barên Jinan betal kir.

Di pêvajoya salên 90'î yên desthilata Talîbanê de, Polîsên Olî yên li jinên ku bedena xwe bi temamî nedinixumandin didan.

Ji dema serweriya Talîbanê ve, li tevahî welat jinan xwepêşandanan li dar dixin û banga mafên xwe dikin. Talîbanan bi tundî êrişê xwepêşanderan dikir.