​​​​​​​Gundê Ewn Dedat ê Minbicê bi hawanan tê topbarankirin

Di van kêliyan de gundê Ewn Dedat ê bakurê Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî topbaranê tê.

​​​​​​​Gundê Ewn Dedat ê Minbicê bi hawanan tê topbarankirin
19 îlon, 2021   11:52
MINBIC

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dedat bi hawanê topbaran dike.

Topbaran dewam dike û heta niha têkildarî encamên topbaranê agahiyên berfirehtir nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA