​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 236 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 236 kesên din bi Koronayê ketine, 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 236 kesên din bi covid-19 ketin
19 îlon, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir kesên nû bi Koronayê ketine 130 mêr, 106 jî jin in.

Her wiha destnîşan kir ku 12 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 hezar û 756 kes bi Koronayê ketine, 840 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 58 kes baş bûne.

(cx)