Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên başûrê rêya M4 bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên başûrê rêya M4 ya Heleb- Lazîqiyê ya gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî herêmên li Çiyayê El-Zawiyê ya başûrê Idlibê, kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên başûrê rêya M4 bombebaran kir
19 îlon, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li derdora bajarokê Kansefra ya başûrê rêya M4 ya Heleb- Lazîqiyê ya gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê gundên Fitîra, Filêfil, El-Bar û Kansefra yên Çiyayê El-Zawiyê li başûrê Idlibê topbaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê gundewarê başûrê Idlib, gundewarê rojavayê Hema û gundewarê başûrê Helebê geriya.

Ji aliyekî din ve jî,  hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora El-Şêx Silêman a gundewarê rojavayê Idlibê, topbaran kir.

(dx)