Panorama hefteyê: Rageşî ji Dera derbasî Siwêdayê dibe

Di demekê de aramî li Derayê serwer bû, li parêzgeha Siwêdayê di navbera komên herêmê yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên girêdayî Partiya Lîwa ya Sûrî de alozî çêbûn, li aliyekî din jî NY’yê bi israr e çavdêrên xwe li Lîbyayê belav bike ku vekişandina çeteyên Tirkiyê ji herêmê bişopîne.

Panorama hefteyê: Rageşî ji Dera derbasî Siwêdayê dibe
19 îlon, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rageşiya li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyê, rewşa Lîbya û Tunisê kirin.

 ‘LI SIWÊDAYÊ RAGEŞÎ ZÊDE DIBE, LI DERAYÊ JÎ LIHEVKIRIN DIKEVIN MERIYETÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li parêzgeha Siwêdayê ku piraniya niştecihên wê durzî ne, ji beriya çend rojan ve rewşa ewlehiyê tevlihev e. Di navbera komên xwecih ên ji şêniyên Siwêdayê yên girêdayî hêzên ewlehiyê û hêzên têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî Partiya Lîwa ya Sûriyê de, bûyerên revandinê pêk hatin. Li ser wê yekê kesek ji bajarokê El-Qerya hate kuştin û hin kesên din birîndar bûn. Di heman demê de Rûsya li parêzgeha Dera ya li kêleka Siwêdayê, dest bi pêkanîna lihevkirinan kiriye.

Tevî ku aliyên li Siwêdayê roja çarşemê li ser berdana kesên hatine revandin û bidawîkirina rageşiya di navbera xwe de, li hev kirin. Lê belê hin tevgera Rîcal El-Kerame hîna jî dorpêç dikin û bang li hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê li Siwêdayê dikin ku çekan ji komên xwecih ên li bajêr vekişînin û wan darizînin an jî wan ji Siwêdayê derxin.

Duh tevgera Rîcal El-Kerame li bajarê Siwêdayê li dijî hejmareke kesên ku bi girêdana bi mafyayan re tên tawanbarkirin, hemleya serdegirtinê pêk anî. Endamên tevgerê li derdora bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê û herêmên din ên parêzgehê belav dibin.

Ev rageşî wekî bersivdayîna binpêkirin û destdirêjiyên koma Racî Felhût a girêdayî şaxê ewlehiya leşkerî li dijî sivîl û şêniyan pêk tê, bi taybetî li ser rêya sereke ya Şam-Siwêdayê.

Li Derayê jî şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîmê roja çarşemê ketin bajarokê El-Mizêrîb. Ew yek piştî ku li ser pêkanîna bendên nexşerêya Rûsya, vekirina navendên çareserkirina rewşan li navenda bajarok, radestkirina çekên sivik û navîn, bilindkirina ala Rûsya û ya Sûriyê li ser saziyên hikumetê li bajarok li hev kirin, pêk hat.”

 ‘JI BO ŞOPANDINA DERXISTINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ 10 ÇAVDÊR HATIN DIYARKIRIN’

Rojnameya El-Ereb der barê hewldana NY`yê ku çavdêrên xwe li Lîbyayê belav bike da ku rewşa li welêt û vekişîna çeteyên Tirkiyê ji herêmê bişopînin de wiha nivisî: “Nameya ku sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres tê de behsa hewldana NY`yê ku 10 çavdêran li Lîbyayê belav bike da ku çavdêriya agirbestê bikin û şopandina vekişîna zêdetirî 20 hezar çeteyî xiste rojevê.

Guterres di nameya xwe de ku ji serokê Kongreyê re di 6`ê Tebaxê de şandiye, got tê payîn ku rêxistina navneteweyî  tîmeke navneteweyî ku ji 10 çavdêran pêk tê belav bike û dê tevî komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) pêkanîna lihevkirina agirbestê bişopînin.

Ruxmî zextên navneteweyî yên domdar, lê hîna mijara lidarxistina hilbijartinan ne zelal e. DYA û 4 dewletên Ewropayê yekşemê daxuyaniyek dan û tê de banga lidarxistina hilbijartinan di 24`ê Kanûnê de kirin."

‘TUNIS… GUHERTINA DESTÛRÊ DERIYÊ DERKETINA JI ALOZIYÊ YE’

Girêdayî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li Tunisê  piştî jihevxistina hikumetê û taloqkirina karê parlamentoyê di 25`ê Tîrmehê de li ser gavên pêş ên ku divê ji bo çareserkirina krîza desthilatê li welêt werin çareserkirin, nîqaşeke dijwar heye.

Serokê welêt diyar kir ku dibe hinek guhertin di destûrê de çêbin û di gera xwe ya li kolana El-Hebîb Bûrqîbe ya li naverasta paytextê de duh got: “Ez rêzê ji destûrê re digirim. Lê em dikarin hinek guhertin tê de pêk bîne. Gel ji destûrê û rêgezên qanûnî yên li ser qalibekî hatine danîn, bêzar in. Divê guhertin di destûrê de çêbibin. Destûr ne heta hetayê ne û dibe ku guhertinên ku ji daxwazên gelê Tunisê re bibin bersiv, werin çêkirin. Ji ber ku serdestî ya gel e û ji mafê wî ye ku vîna xwe rave bike.”

Girêdayî avakirina hikumetê Seîd Qeys piştrast kir ku ew ê di demeke herî nêz de pêk were. Her wiha diyar kir ku ew hewl dide kesên ku guman li ser wan tune ye û berpirs in, veqetîne û got ji bo wê jî gelek civîn li dar xistine.”