Şêniyên Şêxmeqsûd ciwan ji xeteriya penaberiyê hişyar kirin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ciwan ji penaberiyê hişyar kirin û got, penaberî ji bilî heqaret û rezaletê tiştekî bi xwe re nayîne.

Şêniyên Şêxmeqsûd ciwan ji xeteriya penaberiyê hişyar kirin
19 îlon, 2021   06:51
HELEB-ARIF SILÊMAN

Piştî ku derew, xapandin û şerê taybet ên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê eşkere bûn, di demên dawî de rêbazên hîn qirêjtir şerê taybet tê meşandin, da ku herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike.

Hemwextî vê siyasetê jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di encamê de gelek sivîl bûn qurban.

Êdî ev doz bûye dozeke giştî li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî mijarê, Silêman Xelîl ê ji taxa Şêxmeqsûdê îşaret bi guhartina demografîk ku li Efrîna dagirkirî tê pêkanîn  kir û got:"Dewleta Tirk a dagirker niştecihên resen bi darê zorê koçber dike, da ku dagirkeriyê rewa bike.”

Silêman Xelîl wiha domand: "Di demên dawî de dewleta Tirk bi hevkariya Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) koçberên xapandin û ew vegerandin herêmê dagirkerî ku di encamê de bûn quranên revandin, şantaj û tolhildanê."

Welatiyê bi navê Omer Mihemed jî got: "Divê welatî, nexasim ciwan werin hişyarkirin da ku nekevin xefka rêbazên şerê taybet, di heman demê de li hemberî encamên wê hîn zêdetir hişyar bin, ji ber ku derveyî rezaletê penabertî tu tiştî bi xwe re nayne."

Mihemed Nûr jî bang li gelên herêmê kir ku hevgirtî bin û li hemberî planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin, destkeftiyên xwe biparêzin û heta qewitandina dagirkeran li ber xwe bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MP10U3cDaLw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>