​​​​​​​Jinên siyasetmedar li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir

Jinên siyasetmedar diyar kir ku dewleta Tirk bi desteka navneteweyî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û gotin, ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt were kirin.

​​​​​​​Jinên siyasetmedar li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir
18 îlon, 2021   04:26
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Tecîrda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan ê 22 sal in di girtîgeha Îmralî de ye berdewam dike. Li hemberî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan li her deverê çalakî berdewam dikin.

Li gorî çavdêran, desthilata Tirk ji fikir û felsefeya rêber Ocalan ditirse ku çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş dike, lew ra tecrîdeke giran li ser wî ferz dike

/kr/uploads/files/2021/09/17/193841_-.webp

Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongereya Star a Herêma Firatê Macde Hesûn diyar kir ku rêber Ocalan xwediyê projeya neteweya demokratîk e û dagirkeriya Tirk û şirîkên wê naxwazin ev proje li cîhanê belav bibe, ji ber ku projeyên wê ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re çareseriyê bîne.

ꞌARMANCA TIRKIYE BELAVBÛNA FIKIREYA NETEWEYA DEMOKRATÎK QEDEXE BIKEꞌ

Macde Hesûn bi domdarî got: "Dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk pêk hat ku hemû pêkhateyên li herêmê bi awayekî adlane û azad cihê xwe tê de girt, dewleta Tirk a dagirker zêde tirsiya, ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz kir û rê nade ku tu kes wî bibîne. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibe, lê hewldanên wê têkçûn ji ber ku gelek kesan baweriya xwe bi vê projeyê anî."

Macde Hesûn îşaret pê kir ku têkoşerên ku hewl didin li Tirkiyê projeya neteweya demokratîk belav bikin hatin girtin, tecrîdkirin û îşkence li wan hate kirin û got, tevî vê yekê tu carî xwe teslîm nekirin û heta vê kêliyê li ber xwe didin û mîna rêber Ocalan girtîgeh kirin cihê perwerdeyê.

Di dawiyê de Macde Hesûn ev axaftin kir: "Dewletên cîhanê di ferzkirina tecrîda li ser rêber Ocalan de, piştgiriya didin dewleta Tirk da ku projeya neteweya demokratîk belav nebe, ji ber ku ev proje mafên rewa yên gelê azadîxwaz misoger dike, ji lew re dewletên cîhanê li hemberî vî mijarî bitirs in ji ber ku xeteriyê li ser berjewendiyên wan çêdike."

ꞌPROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI BO BERJEWENDIYÊN DEWLETÊN CÎHANÊ XETER Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/17/193823_.webp

Têkildarî mijarê berdevka Navenda Lêkolînên Jinelojî ya Herêma Firatê Rîma bal kişand ser armancên ferzkirina tecrîdê û got: "Ji beriya çend salan ve tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan tê meşandin, da ku fikir û felsefeya wî neyê belavkirin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker jê ditirse, nexasim ku Kurd mafên xwe yê rewa bi dest bixin."

Rîma Ehmed diyar kir ku tu ferq di navbera tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tîne de tuneye.

ꞌDEWLETA TIRK JI PROJEYA AZADIYA JINAN DITIRSE'

Rîma Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji projeya rêber Abdullah Ocalan a azadiya jinan ditirse û wiha dewam kir: "Beriya Şoreşa Rojava dest pê bike jin bi urf û adetan hatibû girêdan û di civakê de jî nikarîbû tu tişt bikira, lê piştî şoreşê roleke mezin di civakê û hemû qadên siyasî û civakî de lîst. Li Tirkiyê jî jina Kurd a siyasetmedar tê hedefgirtin, da ku vê projeyê têk bibin."

Di dawiyê de Rîma Ehmed got ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan divê xebat û têkoşîneke xurt were kirin, di heman demê de piştgiriya berxwedana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de were kirin.

(eh)

ANHA