QSD'ê li Kobanê du malbat li hev anîn

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya QSD'ê ya kantona Kobanê ji eşîrên Ceys û Tey yên Ereb du malbat li hev anîn. Di navber her du malbatan de 3 salan nakokî derketibû.

QSD'ê li Kobanê du malbat li hev anîn
17 îlon, 2021   16:48
KOBANÊ

Rûniştina lihevanînê li gundê Bîr Dahir ê 12 kîlometreyan dikeve başûrê navçeya Sirînê yê başûrê bajarê Kobanê bi beşdarbna bi sedan şêniyên herêmê û rûspiyên eşîrên Ereb ên Sirînê û bajarê Minbêc hate lidarxistin.

Ji bo lihevanênê nûnerên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn du kon li gund vendan.

Di civînê de gelek rûspî û oldar axivîn û banga efûkirin û dûrketina ji nakokiyan kirin.

Bi navê şêxê Qebîleya Tey, Hemîd El-Nayif, Ebdulrezaq El-Ehmed spasiya komîteya lihevanînê kir û got: "Di van rojên dijwar de ku welatê me tê re derbas dibe, efûkirin, sebir, lêborîn û dûrketina ji nakokiyan tê xwestin."

Berpirsê Nivîsgeha Têkiliyan a QSD'ê ya kantona Kobanê Ezîz Ehmed jî wiha got: "Ji roja yekemîn a bûyera bi êş ve em bi Komîteya Lihevanînê re bûn. Em vê lihevanînê pîroz dikin, ji ber aştiya civakê bingeha fikirê neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Heya ku nakokî di navbera birayên me de hebin em ê rihet nebin, ji ber ku ev yek bandorê li karê me û avakirina welatê me dike. Hewcedariya welat bi zarokên wê hene û hewcedariya zarokên wê bi avakirina sûriyeke ji bo hemû pêkhateyên wê heye."

Ji ber pevçûna di navbera zarokên ji eşîra Ceys û eşîra Tey de, zarokek ji eşîra Ceys de hate kuştin ku bû sedema nakokiyan di navbera her du eşîran de.

Komîteya Lihevanînê ya Srînê û Nivîsgeha Têkiliyan a QSD'ê ya Kobanê mudaxele kir û piştî gelek hewldanan her du alî lihev anîn.

Komîteya Lihevanînê bi desteka QSD'ê di salên dawî de bi dehan nakokî çareser kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uEsFbP6lIR0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>